Vîdyo
Şoreşa Barzan a Duyem, Beşa Yekem
Di vê rêze belgefîlmê de, bûyerên piştî vegera Mistefa Barzanî di sala 1943an de ji Silêmaniyê bo devera Barzan, hewldanên lihevkirina bi hikûmetê re û destpêkirina Şoreşa Barzan a Duyemîn bi kurtî tê vegotin. Girîngtirîn mijarên vê beşê ji rêzefîlma belgefîlmên şoreşên Barzan: Amadekarî û vegera Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo Rojhilatê Kurdistanê û piştre bo devera Barzan. Hewldanên Mistefa Barzanî yên ji bo lihevkirina bi hikûmetê re. Serdana Mistefa Barzanî bo deverên cuda yên Kurdistanê û pêwendîkirin bi rêxistinên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê. Amadekariyên hikûmetê ji bo êrîşkirina li ser Barzan. Destpêkirna şer û girtna bingehên polîsên hkûmetê Dorpêçkirina baregeha leşkerî ya Mergasorê. Şerê navdar ê Meznê.







