Vîdyo
Şoreşa Duyemîn a Barzan, beşa yekem
Di vê rêzefîlma dokumenterî de bûyerên piştî vegera Mistefa Barzanî di sala 1943an de ji Silêmaniyê bo herêma Barzan, hewldanên ji bo lihevkirinê bi hikûmetê re û destpêkirina Şoreşa Duyemîn a Barzan bi kurtî hatine behskirin. Ji mijarên herî girîng ên vê beşa rêzefîlmên dokumenterî yên şoreşên Barzan: Amadekarî û vegera Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo Rojhilatê Kurdistanê û piştre herêma Barzan. Hewldanên Mistefa Barzanî ji bo lihevkirinê bi hikûmetê re. Serdana Mistefa Barzanî bo herêmên cuda yên Kurdistanê û peywendîkirin bi rêxistinên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê. Amadekariyên hikûmetê ji bo êrîşkirina ser Barzan. Destpêkirina şer û girtina polîsxaneyên hikûmetê. Dorpêçkirina serbazgeha Mêrgesorê. Şerê navdar ê Meznê.







