Jînenîgarî

Şahîn Îbrahîm di sala 1929an de li gundê Mamîskê ser bi nahiyeya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî çûna bo Yekîtiya Sovyetê li wir xwendiye û bawernameya bakaloryosê di beşa çandiniyê de wergirtiye. Piştî vegera xwe ji Sovyetê di sala 1959an de wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Mexmûrê hatiye damezrandin û piştre bi sedema hilgirsa Şoreşa Eylûlê û beşdarbûna tê de, ji karê fermanberiyê qut bûye. Piştî nesko, sala 1976an heta 1977an li fermangeha çandiniyê ya Rewandizê bûye, sala 1978an rajeya wî hatiye veguhastin bo fermangeha çandiniyê ya Xelîfan, sala 1980yî cîgirê rêveberê fermangeha çandiniyê ya komelgeha Herîrê bûye, şarezayî di her du zimanên kurdî û rûsî de hebûye.

Xebatname

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî neskoya şoreşa duyem a Barzan berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, di 29ê nîsanê de beşdarî şerê Qerewa yê li navçeya Seqizê û di 3ê gulanê de beşdarî şerê Milqerenî bûye.

 Piştî neskoya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û di 19ê adara heman salê de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê bûye. Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizoûrî.

Piştî vegera wan, Ceneral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya Ceneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgeheke li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûne dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê distandin û piştre beşa hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Ceneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera Ceneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.  

Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serpel bûye û di şeran de beşdar bûye. Di dîroka 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalên Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê li komelgeha Herîrê şûnbizr tê kirin.

Serçave:
  1. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  2. Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  3. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrînî Pêşmerge, çapa yekem, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z).

  4. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîretî Barzan le nêwan 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî – 2001z).

  5. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

  6. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959an.

  7. Le yad daştî fermandey şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzaniyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).

  8. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zebîdî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).

  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  10. Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lîwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

  11. Arşîfa Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.