Jînenîgarî

Şefîq Ebdulla Qasim, sala 1930 li gundê Şingêlê ser bi nahiyeya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjîniyê bi Lîda Vaydro re pêk aniye û xwediyê keçekê bûne bi navê Lîna Şefîq, şarezayî di zimanê Kurdî û Rûsî de hebûye.

Xebatname

Sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şerên wê şoreşê de beşdarî kiriye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge û xizmet kiriye, di şerên bereya Seqizê de beşdarî kiriye.

Di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û Deşta Berazgirê bi xaka Bakurê Kurdistanê ve bo devera Şêrwan û Mizoûrî vegeriyaye, piştî vegeriyana wan, jênêral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûyê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgehên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbe cê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jênêral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi pişta xwe girêdan bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine. 

Di sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besra li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di çend şeran de beşdar bûye, di 31ê tîrmeha 1983an di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê li komelgeha Quştepe şûnbizirkirî ye. 

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Rêkarî Mizoûrî, Jinen Rôs û ragwastin û Enfal û komelkujî, çapa yekê, (Hewlêr – çapxaneya Minare - 2010z).

  3. Heyder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer wudore El-Siyasî wud-Iqtisadî fî El-Îraq, (Londûn – Darul-Hikme - 2016m).

  4. Rêkarî Mizoûrî, Jinen Rôs û ragwastin û Enfal û komelkujî, çapa yekê, (Hewlêr – çapxaneya Minare - 2010z).

  5. Rêkarê Mizoûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).

  6. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasi û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  7. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî zêrînî Pêşmerge, çapa yekê, (Pîrmam - çapxaneya Xebat - 1996z).

  8. Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

  9. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - çapxaneya Peywend - 2011z).

  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).

  11. Necef Qulî Pisyan, Li Mehabada xwînawî ve heta lîwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).