Ew şer derbeyeke tund a Hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê di Şoreşa Gulanê bû ku li baregeheke Artêşa Iraqê ket, di şeva 12 li ser 13ê Tebaxa 1985an de, dema ku hêzeke Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Komunîst, gerreke kirin bo navçeya Batîfayê ya parêzgeha Dihokê, ji bo dîtin û serdanîkirina rêzên rêxistinî û welatiyên navçeyê, piştre biryar dan çalakiyeke partîzanî encam bidin, ji bo wê jî baregeha (Girde Hol) destnîşan kirin, ew baregeh ketibû beşa rojavayê bajarokê Batîfayê, Hêzên Pêşmerge li gorî planeke dariştî, saet 12ê şevê êrîşî baregehê kirin û şerekî tund dest pê kir, lê bi sedema bergiriya serbazên baregehê û bi hewara hatina hêzeke zêde ya serbazî ya lîwaya Batîfayê, Hêzên Pêşmerge paşekişe kirin.             

 Diyar e yek ji erkên Pêşmerge belavkirina plan û bernameya şoreşê û armanca hilgirsandin û rûbirûbûna hikûmeta Îraqê bû bo cemawerê li gel karên din, bi rêya deste û tîmên kadro û Pêşmergeyan ku xwe dixizandin nav cemawerê li bajar û gundên Kurdistanê, li vir û li wir serdana rêxistinên xwe dikirin û dîtin û kor û civînên wan bo encam didan, tevî wê jî xelkên din bang dikirin ku peywendiya nihênî li gel rêzên rêxistinên şoreşê de bikin daku piştgiriya cemawerî û rêzên rêxistinî û Pêşmerge bihêztir bikin, ew rêyeke karîger a gihandina bîr û baweriya şoreşê bû bo nişteciyên bajar û gundan, gelek caran jî wisa hebû ku her di heman gerreke de çalakiyên Pêşmerge jî di nav xwe de digirt wek êrîşkirina ser binke û baregehên serbazî û ewlehiyê.

Sala 1985an Hêzên Pêşmerge li devera Badînanê berdewam di çalakiyê de bûn bo bihêzkirina rêzên rêxistinî û encamdana çalakiyên Pêşmergeyî, li çendîn cihan rûbirûyê hêzên hikûmetê dibûn û serkeftineke mezin tomar dikirin, wek di meha Tebaxê de hêzeke Pêşmerge ser bi lijneya navçeya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û siryeya (3) ya Partiya Komunîst a Îraqê gerreke hevbeş pêk anîn bo gerra bi nav gundên navçeya Batîfayê li devera Badînanê, bo dîtin û encamdana kor û civînan li gel cemawerê û serdanîkirina rêxistinên şoreşê, bi mebesta ronîkirina siyaset û bîr û baweriya şoreşê û xebat di pênavê azadî û dêmokrasiyê û zêdetir hişyarkirina cemawerê li ser siyaseta xwe-sepîniya rejîma Be's û firehiya bazneya zilm û zoriyan û xebat û têkoşîna şoreşê di pênavê dawîpêanîna wê de. Diyar e ew çalakiyên hevbeş ên di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Komunîst de vedigere bo hevalbendiya navbera wan ku li ser bingeha bereyeke yekgirtî ya aliyên siyasî yên Kurdistanê ku bi Bereya Cud nas bû û di 28ê Mijdara 1980an de hatibû damezrandin.

 Piştî ku plana yekem a derketinê bi serkeftî dawî lê hat ku pêkhatibû ji dîtina xelkê û encamdana dîtin û kor û civînan, hêza Pêşmerge biryar da ku her di wê gerreke de çalakiyeke Pêşmerge jî encam bidin, ji bo ku bi guhê rejîma Be's de biçirpînin ku şoreş bihêz e û di şiyanê de ye li her cihan be çalakiyên Pêşmergeyî encam dide û ziyanê bi dam û dezgeh û binke serbaziyên hikûmetê digihîne, herwiha piştgiriya bihêz a cemawerî heye, di aliyekî din ve jî vîn û moralekê bi cemawerê û hevaldarên şoreşê dibexşê ku hêvî û omîdên zêdetir li ser hilçinin.

 Bo encamdana wê çalakiyê her di wê navçeyê de baregeha (Girde Hol) destnîşan kirin ku dikeve tenişt bajarokê Batîfayê li beşa rojava, hêza Pêşmerge ku nexşeya êrîşkirina ser baregehê bi temamî kişandibû di tariya şeva 12 li ser 13ê Tebaxa 1985an de jê derketin, sereta bo gihîştina bi baregehê û vekirina rêyeke selamet, dest bi hilgirtina mînên derdora baregehê kirin ji aliyê çend Pêşmergeyên şarezayên hilgirtina mînan, ku Artêşa Iraqê bo parêzgarîkirina li xwe di metirsiya Pêşmerge de, derdora temamiya serbazgeh û binke serbaziyên xwe mînrêj kiribû. Piştî ku rê ji mînan paqij kirin û take astengiya gihîştinê li ber xwe hilgirtin, biryar dan li baregehê nêzîk bibin û êrîş bikin serê, saet 12ê şevê zêde bi hêdî xwe gihandin dîwar û kemînên baregehê û di çavtirkandinê de êrîşa xwe encam dan, şerekî germ dest pê kir û bo demekê berdewam bû, herçend bergiriya bihêz a serbazên baregehê hebû, Pêşmerge karî biçe nav baregehê, di wê berperçivdana serbazên baregehê de çend narincok ketin nav Pêşmergeyan, piştre lîwaya Batîfayê û baregehên derdorê bi agah hatin, ew jî dest bi teqekirinê bi arasteya Hêzên Pêşmerge kirin û bi hêza zêde bi hewara serbazên xwe hatin, di wan rûbirûbûnan de hejmarek Pêşmerge birîndar bûn.

Diyar e bi sedema bergiriya bihêz û rûbirûbûna lîwa û baregehên derdorê ku bi hewara baregehê hatin, Pêşmerge nekarî dirêjî bi êrîşê bide, belkî karibin Pêşmergeyên birîndar biguhêzin cihaneke selamet dest ji êrîşê hilgirtin û paşekişe kirin, her di wê demê de Artêşa Iraqê topbarana çir a navçeyê kirin, di nav wê topbaranê de hêza Pêşmerge vekişiyan gundê Bêẍebarê û Pêşmergeyên birîndar tîmar kirin piştre bo cihaneke dûr ji hikûmetê dûr ketin.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.

2- Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (1976- 1989) de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.

3- Cemal Fethullah Teyib, Bizava rizgarîxwaza Kurd li Başûrê Kurdistanê, çapa yekem, çapxaneya Şehab, Hewlêr- 2012.