Ev şer bû derbeyeke xurt ku hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê di dema Şoreşa Gulanê li dijî yek ji baregehên Artêşa Iraqê pêk anîn. Di şeva 12/13ê Tebaxa 1985an de, dema ku hêzeke Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Komunîst li devera Batîfa ya parêzgeha Dihokê geriyan dikirin, ji bo şopandina rêzên rêxistinî û welatiyên deverê, biryar dan yek ji çalakiyên şerê çeteyî pêk bînin, lewma wan baregeha Kerdehol ji bo vê armancê destnîşan kirin. Baregeh li rojavayê nahiyeya Batîfa bû, hêzên Pêşmerge di çarçoveya planeke hûr de di saet 12ê şevê de êrîşî baregehê kirin. Şerekî giran qewimî, lê ji ber berxwedana leşkerên baregehê û alîkariya hêzeke serbazî ya girêdayî lîwaya Batîfa, hêzên Pêşmerge vekişiyan. Yek ji erkên Pêşmerge belavkirina plan û bernameya şoreşê û armanca rûbirûbûna hikûmeta Iraqê ji bo girseyan bû, di nav tiştên din de, bi rêya komên kadro û Pêşmergeyên ku di nav girseyên bajar û gundên Kurdistanê de belav bûbûn, wan serdana rêxistinan dikirin û civîn bi wan re saz dikirin. Herwiha wan bang li kesên din dikirin ku têkiliyên veşartî bi rêzên rêxistinên şoreşê re çêbikin ji bo bihêzkirina piştgiriya girseyî û rêzên rêxistinî û Pêşmerge. Ev rêbazeke bibandor bû ji bo gihandina prensîbên şoreşê bo niştecihên bajar û gundan, û gelek caran çalakiyên Pêşmerge di nav heman geran de dihatin kirin, wek êrîşkirina ser bingeh û baregehên serbazî û ewlehiyê.
Di sal 1985an de hêzên Pêşmerge li devera Badînan di çalakiyeke berdewam de bûn, ji bo bihêzkirina rêzên rêxistinê û pêkanîna çalakiyên şerker, û li gelek cihan rûbirûyê hêzên hikûmetê dibûn û serkeftinên mezin tomar dikirin. Di meha Tebaxê de hêzeke Pêşmergeyên girêdayî Komîsyona herêmî ya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi Lîwaya Sêyem a Partiya Komunîst a Iraqê re gerên hevbeş pêk anîn ji bo pişkinîna gundên devera Batîfa li devera Badînan, ji bo hevdîtina bi girseyan re û serdana rêxistinên şoreşê, ji bo şirovekirina polîtîka û prensîbên şoreşê û têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê û hişyarkirina girseyan li ser polîtîkaya rejîma Be's a stemkar û têkoşîna şoreşê ji bo bidawîkirina wê. Çalakiya hevbeş a di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Komunîst vedigere hevalbendiya wan a li ser bingeha eniyeke yekgirtî ya partiyên siyasî yên Kurdistanî ku bi navê Eniya CUD tê naskirin û di 28ê Mijdara 1980an de hat damezrandin.
Piştî bidawîbûna plana gera yekem bi serkeftî, ku hevdîtinên bi xelkê re û lidarxistina civînan dihewand, hêzên Pêşmerge biryar dan ku di heman gerê de çalakiyeke Pêşmerge pêk bînin, ji bo ku rejîma Be's bawer bikin ku şoreş xurt e û dikare çalakiyên Pêşmerge li her derê pêk bîne û ziyanê bigihîne saziyên hikûmetê û bingehên serbazî, herwiha xwedî piştgiriya gel a xurt e. Ji aliyekî din ve, ev yek cesaret û moralê dide girseyan û alîgirên şoreşê ji bo zêdekirina hêviyê li ser wê.
Ji bo pêkanîna vê operasyonê wan baregeha (Kerdehol) ya ku li kêleka bajarokê Batîfa di beşa rojava de ye destnîşan kirin. Hêzên Pêşmerge, yên ku planeke êrîşê li ser baregehê danîbûn, di tariya şeva 12/13ê Tebaxa 1985an de derketin, bi mebesta gihîştina baregehê û vekirina rêyeke ewle.
Wan dest bi rakirina mayînên derdora baregehê kirin bi rêya hejmarek ji pisporên Pêşmerge yên rakirina mayînan, yên ku Artêşa Iraqê li derdora hemû kamp û bingehên xwe yên serbazî çandibûn ji bo parastina xwe ji gefa Pêşmerge. Piştî paqijkirina rê ji mayînan, wan astengiya yekane ya li pêşiya gihîştinê rakirin û biryar dan nêzîkî baregehê bibin û êrîş bikin. Di saet 12ê şevê de, gihîştin derdora wê û di demekê de ku balê dikişîne êrîş kirin. Şerekî giran dest pê kir û ji bo demekê berdewam kir, tevî berxwedana tund a leşkerên baregehê, Pêşmerge karîn têkevinê. Çend bombeyên destan ber bi Pêşmerge ve hatin avêtin, û baregehên cîran û hêzên girêdayî lîwaya Batîfa dest bi gulebaranê kirin û alîkariya leşkerên dorpêçkirî kirin. Hejmarek ji Pêşmergeyan di vê êrîşê de birîndar bûn. Ji ber berxwedana tund û alîkariya lîwa û baregehên cîran ji bo dorpêçkiriyan, hêzên Pêşmerge nekarîn şer berdewam bikin, belkî hewl dan birîndarên Pêşmerge veguhezînin û ji deverê derxînin. Dûre Artêşa Iraqê dest bi topbarankirina deverê bi topan kir, li ser vê yekê hêzên Pêşmerge ber bi gundê Bêgibarê ve vekişiyan, birîndar derman kirin û piştî wê ji deverê dûr ketin.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, (Çapxaneya Roksana- 2021).
2- Mihemed Murad, Xebata Çiya bîranîn û serhatiyn şoreşa Gulanê di navbera salên (1976- 1989) da, (Çapxana Kurdistanê – Zaxo- 2007).
3- Cemal Fethullah Teyib, Bizava rizgarîxwaza Kurd li Başûrê Kurdistanê, çapa yekem, (Çapxaneya Şehab- Hewlêr- 2012).


