Piştî bidawîbûna danûstandinên di navbera serkirdayetiya Şoreşa Eylûlê û hikûmeta Iraqê, hikûmeta Iraqê ji bend û madeyên ku di lihevkirinê de hatibûn paşve vekişiya, şer careke din li ser Kurdistanê ferz kir, karûbar pêş ketin û aloz bûn heta ku ketin qonaxa rûbirûbûnên leşkerî, di nîsana sala 1974an de êrîşên Artêşa Iraqê li ser Kurdistanê dest pê kirin. Êrîş piştî ku artêşê hemû şiyanên xwe yên leşkerî ji leşkeran û bi sedan tankên nûjen kom kirin, li gel hemû cureyên çekên hewayî bi mebesta jinavbirina şoreşê dest pê kirin.
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berî destpêkirina şer komek gav avêtin wek bertek û amadekarî û rûbirûbûna êrîşa Artêşa Iraqê ya ku dihat çaverêkirin, ji wan fujê sêyem- Sûrdaş ser bi hêza Rizgarî, û vî fujî baregeha Sûsê dorpêç kir ku baregeha yekîneyeke leşkerî ya Artêşa Iraqê bû, hikûmeta Iraqê di gulana 1974an de hewl da dorpêça Pêşmerge li ser vî baregehî bişkîne, û artêşê ji Silêmanî û Dûkanê ber bi deverê ve tevgeriya, û Hêzên Pêşmerge ji fujê sêyem ê ser bi hêzên Rizgarî bi fermandeyiya Enwer Ezûr pêk dihat, û planek danî ji bo rûbirûbûna êrîşa Artêşa Iraqê li ser rêya Silêmanî û Dûkanê.
Seriya Kuêxa Smaîl Talan cihên xwe girtin û li gundê Kanîxanê xwe xurt kirin, seriya Ebdullah Hacî Reşîd li Taslûceyê, seriya Omer Heme Elî jî di rewşa amadebaşiyê de li gundê Kelwanan hat danîn, baregeha fermandeyiya fujê li gundê Xirê Zêwî bû, û derbarê seriya Heme Tal Hacî Qadirbeg de ew di amadebaşiya temam de bûn ji bo bersivdana êrîşê li gundê Xirê Zêwî.
Artêşa Iraqê ji Silêmanî derket û dest bi êrîşê kir, seriya Ebdullah Hacî Reşîd ku li Taslûceyê di xendekan de bû bersiva wê da û pevçûnên xwînî di navbera her du aliyan de qewimîn, û Hêzên Pêşmerge karîbûn ziyanên mezin bigihînin refên leşkerên Artêşa Iraqê, lê Pêşmerge ji ber mezinahiya hêza leşkeran û tankan û ji ber kêmiya hejmara Pêşmerge li gor hejmara leşkeran, bi taybetî piştî şehîdbûna fermandeyê seriyê Ebdullah Hacî Reşîd û fermandeyê feyleqê Şêx Cefer Kûlîcîyî, nekarîn demek dirêj li ber xwe bidin û Hêzên Pêşmerge ji cihê xwe vekişiyan û Artêşa Iraqê pêşveçûna xwe berdewam kir û baregeha Sûsê kir armanc.
Piştî ku Artêşa Iraqê xetên berevaniyê yên Hêzên Pêşmerge li Taslûceyê bi piştevanîya tank û kirêgirtiyan (Cehşan) derbas kir û pêşveçûna xwe ber bi baregeha Sûsê berdewam kir, wisa difikirî ku ti xeteke berevaniyê ya Pêşmerge li pêşiya wê nîne, lê dema ku Hêzên Pêşmerge li dûrahiya (6) kîlometreyan ji baregeha Sûsê, êrîşek kirin ser artêşê û karîbûn du tankan bi çekê (RPG) têk bibin û hejmarek leşker û Cehşan bikujin, matmayî man, û Hêzên Pêşmerge rê nedan artêşê ku bigihîje baregeha dorpêçkirî, lê piştî şehîdbûna du hevalên wan (Îbrahîm Kanî Şeytan û Rehîm Qamîş) û birîndarbûna fermandeyê fujê, û ji bo ku termên şehîdan li qada şer nehêlin û nekevin destê artêşê û veguhêzin cihên paşîn, Hêzên Pêşmerge vekişiyan, û bi vê yekê rê li ber Artêşa Iraqê vebû ji bo şikandina dorpêça baregeha Sûsê.
Çavkanî:-
Senger Îbrahîm Xoşnaw: Rûdawên serbazî yên şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Çapxaneya Danişfer, Hewlêr, 2022.
-
Şewket Mela Îsmaîl Hesen: Rojane di dîroka şoreşa Eylûlê, 1961-1975, Çapxaneya Wezareta Perwerde, Hewlêr – 2007.
-
Karwan Cewher Mihemed: Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd de, Çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.


