Piştî ku danûstandinên di navbera serkirdeyên şoreşê û hikûmetê de gihîştin astengiyekê, nîşanên destpêkirina şer di reftar û tevgerên hikûmeta Beisiyan bi serokatiya Ebdulselam Arif de diyar bûn, baregeha Komîsyona herêmî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji nav bajarê Hewlêrê derket, û baregehek ji xwe re li çiyayê Qereçox li devera Mexmûr-Kendînawe ava kirin, û bi sedan kes tevlî wan bûn, Artêşa Iraqê ji nîvê meha Nîsana sal 1963an ve xwe ji bo êrîşeke li ser Kurdistanê amade dikir, ku hêzên serbazî bi piştgiriya çekdarên kirêgirtî ji Erebên Bedewî di meha Hezîranê de dest bi êrîş, dagîrkirin, girtin û şopandina Kurdan kirin.
Hêzên Pêşmerge yên li çiyayê Qereçox bicihbûyî ji aliyekî ve ji aliyê Artêşa Iraqê ve dihatin gefxwarin, û ji aliyekî din ve xelkê Mexmûrê bi berdewamî nûçe ji wan re dianîn ku ew her tim rastî gefên girtin û kuştinê ji aliyê Hêza Neteweyî ya ser bi hikûmetê ve tên, û wan dest bi talankirin û desteserkirina mal û milkên xelkê li piraniya gundan kiribûn. Wekî din, girtin, îşkence û avêtina nav zindanan li ser destê Hêza Neteweyî zêde bû, heta ku rewş gihîşt wê astê ku jin rastî astengî û destdirêjiya cinsî ji aliyê hêzên navborî ve hatin, û ji bo rizgarkirina wan û nepejirandina vê zilm û destdirêjiyê û danîna sînor ji bo wê, Hêzên Pêşmerge mefrezeyeke fedayî pêk anîn, û kemînek ji bo Hêza Neteweyî ya ser bi Mexmûrê ve di navbera Guwêr û Mexmûrê de danîn, û çar çekdarên wan kuştin û dest danîn ser çekên wan.
Piştî wî şerî, Hêza Neteweyî bi fermandeyiya Şêx Enes û Mihemed Şehade, bi hêzeke mezin ji polîs û leşkeran ku hejmara wan bi qasî 800 kes tê texmînkirin, û bi piştgiriya tank û topan û gelek wesayîtên serbazî, êrîşî Qereçox û gundê Telxîm di sibehê 6ê Hezîrana 1963an de ji çend aliyan ve kirin: hêzek ji bakur bi rêya Hewlêr-Dîbge ber bi Mexmûrê ve bo Bazarge, hêzeke din ji başûrê sînor ji Kerkûkê û bi rêya Dêbes-Dîbge ber bi gundê Silêman Bexş, û hêzeke din ji rojava û bi wê re seriyeke tankan ber bi gundê Sergeran li nêzî çiyayê Qereçox ve çûn da ku rê li her hêzekê bigirin ku bigihîje çiya û berevaniyê jê bike.
Di saet 7:30ê sibehê de ji roja 6ê Hezîranê, li gundê Telxîm ê li binê çiyayê Qereçox, Hêzên Pêşmerge û xelkê gund li ser her du girên Telxîm û girê Kîlespî li hember hêzên hikûmetê sekinîn, û şerekî giran di navbera hêzên êrîşkar û berevan de derket ku heta saet yekê piştî nîvro berdewam kir, di encamê de, hêzên hikûmetê rastî şikestê hatin û ziyanên mezin dîtin, ku 12 ji leşker û Hêza Neteweyî hatin kuştin û hejmareke din birîndar bûn. Wekî din, dest danîn ser otomobîlekê û amûreke bêtêlê, lê ji aliyê Pêşmerge ve çar kes Şehîd bûne, herwiha heft kes ji xelkê gund ên ku di çandiniyê de kar dikirin jî Şehîd bûne.
Piştî ku Pêşmerge û xelkê gund êrîş pûç kirin, hêzên hikûmetê, di dema vekişîna xwe ji deverên Dîbge û Mexmûrê de gelek sivîlên bêguneh li hemû rêyan girtin û bi xwe re birin.
Çavkanî:1- Xurşîd Şêre, Xebat û xwîn, bîreweriyên salên xebata pêşmergayetî, çapî siyem, Hewlêr, 2015.
2- Xoşewî Elî Kanyelincî, bîrweriyên Ezîz Qazî Hemêd Sûrçî, çapxaney Danîşfer, Hewlêr, 2023.
3- Seyîd Kake, bîrewerî pêşmergeyekî, çapxaney wezarety roşenbîrî, çapî yekem, 1997.
4- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd, bergî siyem, beşî yekem, şoreşa Îlonê 1961-1975, ç: yekem 2004.
5- Arî Kerîm, çend lapereyekî zindû li şoreşa Îlonê da, çapxaney Xebat, Duhok 1999.


