Piştî Şehîdbûna bavê wî di sala 1997an de bi fermana serok Mesûd Barzanî hatiye kirin berpirsiyarê hêza Erîf Yasîn, heman salê hatiye kirin fermandeyê hêza 63yê ya taybet û vegeriyaye sînorê Sîdekanê, sala 2000an hatiye kirin cîgirê fermandeyê Artêşa Sîdekanê. Sala 2004an hatiye kirin fermandeyê Artêşa Sîdekanê, wek fermandeyê lîwaya 7 a Soran hatiye destnîşankirin heta sala 2018an, di sala 2019an heta meha Sibata 2023yê fermandeyê fermandariya Helgurd bûye.
Di 6ê Çiriya Paşîn a sala 2022an de di Kongreya 14emîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Duhokê ji aliyê endamên Kongre ve wek endamê Komîteya Navendî hat hilbijartin.
Çavkanî:1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





