Şehîd Behram Hakîm Esmer Dirî di sala 1944an de li gundê Dirî Herkî Bincî yê nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xwedî malbat bûye. Di sala 1975an de piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Tirkiyeyê bûye û di sala 1978an de vegeriyaye navçeyên azadkirî yên di bin destê şoreşê de û di sala 1988an de awareyê welatê Îranê bûye û li kampa Zêwe bi cih bûye. Di sala 1993an de vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.
Di sala 1963an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, beşdarî şerên çiyayê Zozik û Sertîz û Gerûyê Umeraxa bûye û di sala 1977an de careke din peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1991ê de wek Pêşmerge beşdarî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê bûye, di sala 1993an de di Artêşa Barzan de bûye Pêşmerge û beşdarî şerên sepandî yên li ser Başûrê Kurdistanê bûye. Di sala 1997an de li devera Mizûrî Bala li gundê Mêroz ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye şehîdkirin û li goristana gundê Sardaw a nahyeya Meznê hatiye veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





