Bekir Ebdullah Hemze nasraw bi Bekre Sur, sala 1950î li gundê Lawerêyê ser bi nahiya Dîbege ya qezaya Mexmûr parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li kampa Burşehr niştecih bûye, xêzandar bûye û xwediyê du kuran bûye.
Sala 1967an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li leqê Wusû Dizeyî ser bi batalyona Ehmedê Hacî Elî ser bi hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, sala 1968an hatiye veguhastin bo hêza Asosê ser bi leqê çaran ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Sala 1969an wek rêberê mefrezeyeke taybet a serkirdatiya şoreşê ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî ya taybet û nihênî çûye nav bajarê Qeladizê û çalakî encam daye. Piştî wê çalakiyê tê veguhastin bo serkirdatî û hêza parastinê li Nawpirdan, sala 1970yî piştî rêkeftinnameya 11ê adarê û rawestana şer vegeriyaye gundê Lawerê.
Sala 1974an piştî ku hikûmeta Îraqê şerê dijî hêza Pêşmerge dest pê kir, Bekre Sur vegeriyaye Gelale û peywendî bi hêza serkirdatiyê kiriye, sala 1974an di şerê çiyayê Şêrîn li rojavayê qezaya Mêrgesor birîndar bûye, ji bo çareseriyê hatiye şandin bo Nawpirdan û ji wir jî hatiye veguhastin bo nexweşxaneyeke bajarê Taranê paytextê welatê Îranê.
Sala 1976an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û mefrezeyeke heft kesî pêk aniye û ji bo encamdana çalakiyên partîzanî vegeriyaye deverên Qerec û Kendênawa. Sala 1977an di dema encamdana çalakiyên partîzanî yên Duşwanê de birîndar bûye.
Sala 1978an piştî ku ji bo bêhnvedanê vedigere mala xwe li gundê Lawerê, ji aliyê mefrezeyeke emnî ya hikûmeta Îraqê û artêşê ve mala wî tê dorpêçkirin, piştî bergiriyeke yek saetî tê girtin û tê veguhastin bo girtîgeha Mûsilê û di 16ê îlonê ya 1978an de tê sêdarekirin. Yek ji wan Şehîdan e ku gora wî ne diyar e.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





