Şehîd Burhan Nebî Xidir Binmêrdêyî, nasnavê wî (Birko) ye, sala 1961ê li gundê Binmêrdê, li Dola Akoyan a qezaya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, selit bûye.
Sala 1977an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge, di heman salê de beşdarî şerê gundê Gerewanê kiriye. Sala 1978an li Dola Alanê li Gerexwar, li gel mefrezeya xwe kemînek ji bo serbazên rejîma Be's danîne û ziyaneke mezin li Artêşa Iraqê xistine.
Di meha 1ê ya 1979an de di temenê 18 saliyê de, di şerekî qehremanane de li Benî Herîr Şehîd bûye, ji aliyê caşekî nîştimanfiroş ve termê wî hatiye avêtin nav latên çiyayekî, piştî temambûna şerê wî Pêşmergeyên hevalên wî diçin cihê bûyerê lê termê wî nabînin.
Piştî pênc mehan, di bihareke dereng de ji aliyê şivanekî navçeyê ve termê wî hatiye dîtin û li goristana gundê Binmêrdê ya sînorê qezaya Rewandizê hatiye veşartin.
1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





