Şehîd Cafer Resûl Hemdî, sala 1944an de li gundê Gwanê yê ser bi bajaroka Diyana ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlê karê cotkariyê bûye, heta asta seretayî xwendiye, jiyana zewacê pêk neaniye.

Sala 1964an peywendiya xwe bi Şoreşa Eylûlê re kiriye û li Hêza Balekê dibe Pêşmerge,  beşdarî şerên Çiyayê Korekê û Hindirên û Qeladizê û deverên Hewramanê û Helebçeyê û Dûkanê kiriye,  di sala 1969an de li Çiyayê Asosê li devera Mergeyê, di dema êrîşa Artêşa Îraqê û tîmê Celal Talabanî bo ser Hêzên Pêşmerge de şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensklopediyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.