Jînenîgarî

 Di sala 1921ê de li gundê Çê yê ser bi nahiyeya Dêrelûkê ya qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê ji dayik bûye. Li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, bi Xedîce Îsmaîl Lova re zewiciye, du keçên wan (Roxfeza û Leyla) hene, di sala 1983an de li Tehranê paytexta Komara Îslamiya Îranê koça dawî kiriye.

Rûpelên têkoşînê

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî şikestina şoreşa Barzan, bi hevaltiya Mistefa Barzanî û hevsengerên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye, piştî avakirina Komara Kurdistanê ya Demokratîk li Mehabadê di 31ê adara 1946an de, di çarçoveya hêza Barzan de parêzgerî li Komarê kiriye.

Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerên Neqede û Şino yên li Rojhilatê Kurdistanê bûye. Ew di nav hevsengerên xwe yên Pêşmerge de bû ku di 19/4/1947an de bi rêya (Xwakûrk û Deşta Berazgirê) ve bi ser axa Bakurê Kurdistanê de vegeriyan navçeyên Şîrwan û Mezûrî.

Piştî vegera wan, Fermandey Mistefa Barzanî di 15/5/1947an de li gundê Arkûşê civînek bi hevsengerên xwe re saz kir û ew li ser mayîn an çûna bo Yekîtiya Sovyetê serbest hiştin. Li wir hemû hevsengerên wî biryar dan ku berdewam bikin û berê xwe bidin Yekîtiya Sovyetê. Di 23ê gulana 1947an de hevaltiya Fermandey Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê kir. Beşdarî şerên Qetûr û Pira Makûyê bûye. Piştî zehmetiyên mezin û westiyayîbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de derbasî çemê Aras bûye û berê xwe daye Yekîtiya Sovyetê, ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye.

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de, ew û hemû hevsengerên wî li bajarê Naxçewan a Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan di kampeke vekirî de ku bi têlên dirî hatibû dorpêçkirin û leşkeran ew diparastin, hatin girtin. Ji aliyê xwarin, cil û berg û veguhastinê ve wekî dîlên şer bi wan re hat kirin. Bi biryara hikûmeta Sovyetê paşê li navçeyên Axdam, Laçîn, Eyolax û Kelbecerê yên Komara Azerbaycanê hatin belavkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo kempêke li ser Deryaya Xezerê li paytexta Komara Azerbaycanê Bakûyê hatin veguhastin. Di 23ê heman mehê de cil û bergên serbazî wergirtin û rojane heşt saetan di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de perwerdeya serbazî werdigirtin. Di heman demê de, rojane çar saetan ji aliyê hin hevsengerên xwe yên xwendewar ve dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.

Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov bi hevsengerên wî re, Barzanî biryar da ku koma xwe ya serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Azerbaycanê veguhezîne kampa Cergoq a nêzîkî paytexta Ozbekistanê Taşkentê, li wir perwerdeya xwe ya serbazî berdewam kirin.

Di adara 1949an de, ew û hevsengerên wî bi şêweyê kom bi trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û di zeviyên Kolxozê de (erdê ku xelkê ji hikûmetê kirê dikir û paşê para hikûmetê jê didan) xebitîn.

Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê Fermandey Barzanî bo Stalîn, Stalîn di dawiyê de nameyek wergirt ku tê de Barzanî behsa êş û azarên hevsengerên xwe kiribû. Stalîn tavilê biryar da ku komîsyonek bo lêkolîna rewşa hevsengerên Barzanî were avakirin. Biryara komîsyonê di dawiyê de ew bû ku ew li bajarê Fêrêvskî kom bibin, lewra di çiriya paşîn a 1951an de berê xwe da bajarê Fêrêvskî yê Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Iraqê û vegera Fermandey Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de efûya giştî ew û hevsengerên wî li gorî madeyên (3) û (7) û xala (a) ya madeya (10) û kar bi madeya (11) li ser bingeha yasaya hejmar (19) a sererastkirî ya sala 1959an girtin.

Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat avakirin. Di 16ê nîsana 1959an de bi hevsengerên xwe re li ser keştiya Krûzya bi rêya bendera Besrayê ya başûrê Komara Iraqê vegeriyan Kurdistanê.

Beşdarî Şoreşa Eylûlê ya sala 1961an bûye, di sala 1975an de piştî şikestina Şoreşa Eylûlê weke penaber berê xwe da Keyaniya Îranê, di sala 1976an de beşdarî Şoreşa Gulanê bûye. 

Çavkanî:

- Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plandanînê, Yekîneyên îdarî yên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbat û nişteciyan, Hewlêr, 2009.

- Hemîd Gerdî, Pûxtê dîroknamê, Çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û weşana Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).

- Şeban Elî Şeban, Hin zanîyari Siyasî û dîrokî, Çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).

- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996).

- Omer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, Çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).

- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê heta Sovyetê, Çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).

- Ji bîranînên Fermandey Şehîd Hesû Mîrxan Zazokî, 62 roj bi Barzanî re, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, Çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997).

- Leys Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Iraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd bo weşanê - 1979).

- Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998). 

- Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.