Gava ku hikûmeta Îraqê şer ragihand dijî Şoreşa Eylûlê sala 1974 êrîşeke giştgir bo ser Kurdistanê dest pê kir. Her çend Artêşa Iraqê giranahiya êrîşên xwe xistibû ser navçeya Balekayetî ji ber hebûna baregeha serkirdatiya şoreşê li navçeyê, lê ti navçeyeke di bin desthilata şoreşê de ji bîr nekir, belkî helmeta leşkerî ya Artêşa Iraqê tevahiya navçeyên şoreşê girtin. Hêzên Pêşmerge li Duhokê berdewam qafileyên leşkerî yên Artêşa Iraqê li ser rêya Aloka topbaran dikirin. Li rojavayê bajarê Duhokê bi taybetî desteyeke Pêşmerge ku erkê wan li Şikefta Simtê bû li navçeyê û hawaneke 120 mmlî li cem wan bû, erkê wan topbarankirina karwanên otomobîlên Artêşa Iraqê bû, eger di navçeyê de liv û tevgera wan a leşkerî zêde bûya.

Di destpêka Çiriya Pêşîn a 1974 de rojekê nêzîkî 10 otomobîlên leşkerî û zirêpoş hevaltiya endamekî serkirdatiya Partiya Be's dikirin bi navê Ebdulfetah Yasîn, ku ber bi serbazgeha hêza 18 a ser bi firqeya 1 a artêşê ve diçû. Pêşmergeyan bi wê hawanê ku hebû kirin armanc û topbaran kirin. Di wê navberê de gulleyeke hawanê li zirêpoşekê ket û tevahiya serbazên sernişîn hatin kuştin. Piştî ku navborî vegeriya Mûsilê, roja din her çi yekeya leşkerî û çekdarên kirêgirtî (caş) hebûn li wî sînorî kom kirin û êrîşî Hêzên Pêşmerge kir, bi mebesta destserdagirtina Çiyayê Reş, Şikefta Tehsê û Şikefta Simtê.  

Yekeyên Artêşa Iraqê di wê êrîşê de bo ser navçeyên di bin desthilata şoreşê de pêk dihatin ji hêza 18 û hêza 5 a firqeya 2 û topxane û kirêgirtiyên eşîrên Koçer, Doskî, Sûrçî, Zêbarî û Herkî. Di encamê de bû sedema çêbûna şerekî giran ku maweya yanzdeh rojan kişand. Ji bo bihawarhatina bereyên şer her yek ji batalyonên Elî Elî û batalyona Mîranî wek hêza piştgirî gihîştin navçeya şer. Destpêkê Artêşa Iraqê êrîş kir ser Çiyayê Reş ku berxwedana wî çiyayî di stûyê batalyona 1 a ser bi Hêza Duhokê bû bi fermandariya Ne'man Semed. Destpêka êrîşê Artêşa Iraqê bi topbaranekê çirr sengerên Pêşmerge û çiya dest pê kir, paşê hêza piyade û kirêgirtiyan peyamarî Çiyayê Reş dan. Bi sedema topbarana çirr û hebûna pênc şehîdan û nêzîkî 40 birîndaran, roja yekem a êrîşê artêşê dest danî ser Çiyayê Reş. 

Paşê Hêza Duhokê li Kevrê Biskê, Şikefta Tehsê û Şikefta Simtê li hember Çiyayê Reş çar doçke û hawaneke 120 mmlî û yekeke 82 mmlî xistin kar ji bo topbarankirina artêşê li Çiyayê Reş, ji bo ku Artêşa Iraqê derfeta wê nebe sengerên qayîm lê bidin û qayîmkariya xalên xwe yên leşkerî bikin. Fermandeyê hêzê Ebdulrezaq Germavî bi xwe reseda topbaranê dikir. Piştî hefteyekê plan ji bo pêkanîna êrîşa berevajî danîn. Ji bo êrîşkirinê hêzek pêk anîn ku hejmara wan 40 Pêşmergeyên bijarde bûn bi fermandariya Qadir Alekinî ku piraniya wan di beşa endazyariya Hêza Duhokê de bûn. Bi planeke leşkerî ya xurt bi şev bi rê ketin û li damênê Çiyayê Reş li cihekî tijî dar û daristanên çirr xwe veşartin, tevahiya kelûpelên leşkerî, xwarin û xurekên xwe ligel xwe biribûn. 

Plana êrîşa Pêşmerge ew bû ku roja din ligel rojavabûnê topbaran bisekine, paşê Pêşmerge ji nişkê ve êrîşî molgehên leşkerî bikin. Wek nexşeya jê re hatibû kişandin helmet bi vî awayî birêve çû. Herwiha li rojavayê Çiyayê Reş ferman bi batalyona 1 hat kirin ku eger ew 40 Pêşmergeyên li cihê xwe dest bi liv û tevgerê kirin, ew jî li wê qolê ku di amadebaşiyê de bûn êrîş bo ser çiyayî dest pê bikin. Gava êrîş ji her du cihên ve dest pê kir, ji bo maweya saetekê şer û pevçûn berdewam bû. Pêşmerge karîn di maweya wê saetê de dest danin ser tevahiya çiyayî. Ziyaneke mezin gihandin serbazên Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî, 21 kuştî û gelek jî birîndar bûn, yên din jî reviyan, 6 serbaz jî bi dîl hatin girtin û paşê şandin serkirdatiyê li Balekayetî.

 Destkeftiya Pêşmerge di vê dastanê de pêk dihat ji 14 çekên kalaşnîkof û yek (RPG) û hejmareke zêde ya fîşekên hemecor û nêzîkî deh hezar mînên cor bi cor ku nekarîn wan deynin, belkî ketin destê Pêşmerge. Herwiha hejmareke zêde ya gulleyên hawanên 60 mmlî, 82 mmlî û 120 mmlî û cil û berg û kelûpelên leşkerî dest danîn ser. Ziyanên Hêzên Pêşmerge di wê dastana girtina Çiyayê Reş de pêk dihat ji şehîdbûna 6 Pêşmerge û 20 birîndaran. Şayê behsê ye piştî wê êrîşê Artêşa Iraqê heta nisko ya şoreşê sala 1975, ti êrîşeke din bo ser Hêzên Pêşmerge li parêzgeha Duhokê nekir.           

      

            

Çavkanî:
  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgariya Kurd, berga sêyem, beşa duyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem – Hewlêr, 2004.

  2. Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên leşkerî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Çapxaneya Danişfer, Hewlêr, 2022.

  3. Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Eylûlê li devera Behdînan 1061- 1975, çapa yekem, 2018.

  4. Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê: avakirin û hilweşandin 1961-1975, çapa çarem, 2021