Navçeya Batûfê yek ji wan cihan bû ku ji destpêka serhildana şoreşê ve ketibû ber peyamarên Artêşa Iraqê. Êrîşên Artêşa Iraqê bo ser wê navçeyê di meha gulanê 1962 de destpê kirin, ku hejmareke mezin ji serbaz û cahşan bi piştgiriya tank, top, zirêpoş û hêza asmanî bi fermandeyiya Eqîd Mecîd Elseb'awî ku fermandeyê hêzên hikûmetê bû li Badînan, ev êrîşa hikûmetê di 21ê gulanê de ji Zaxo ve hat livandin bi mebesta destgirtin bi ser baregeha Hêza Yek li devera Berwariyan. Ev di demekê de bû ku pahnayiyeke mezin a erdnîgariya Badînan ketibû bin destê şoreşê, herwiha Barzanî rêberê şoreşê ber bi devera Soran ve bi rê ketibû daku şoreşê bigihîne sercem navçeyên din. Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê ku di wê demê de di şêweyê deste û qolan de hatibû rêkxistin, bi çekên sivik, ku di destpêka destpêka şoreşê de ji tifengên îngilîzî Brênû pêk dihatin, li hember artêşa zebehlah û bi çekên pêşketî yên Îraqê disekinîn. Navçeya Zaxo ji aliyê fermandeyê hêz Îsa Siwar û alîkarê wî Elî Halo Elî Mihemed dihat birêvebirin.
Ew êrîş û peyamarên Artêşa Iraqê bo maweya 45 rojan berdewam bûn, ku êrîş li pey êrîşê dianîn, lê nekarî hêzên xwe ji rêya giştî ya Zaxo – Batûfê bide alî bo gundên derdorê. Di germiya rojên şer de serbazekî bi topeke hawenê (uqde 3) peywendî bi rêzên şoreşê kir, arasteya lûleya hawenê xwe guhert û rû kir Artêşa Iraqê û dest bi topbarankirina wan kir, rasterast hevsengiya şer guherî, belkî bandor li ser firokeyan jî hebû dema serbazên xwe vediguhestin bereyên şer, topbaran dikir cihê nîştina firokeyan, evê wisa kiribû bi hêsanî nekarin wî karî bikin ku daxistina hêza serbazî bû.
Di wî şerî de Artêşa Iraqê zêdetir ji deh êrîşan kirin ser gundên Kelxwar û Dehlî û Xêzaw, lê nekarî destê xwe bigihîne wan, lewma bi xestî dest bi topbarankirina wan kir. Di encama wê topbaranê de ziyaneke mezin bi gundnişînan ket di rûxandin û şewitandina malên wan û valakirina gundan bo parastina canê xwe, herwiha çekdarên kirêgirtî (cahş) êrîş kirin ser gundê Bêẍebarî, herçend gund hatibû valakirin, lê hêza Pêşmerge nehîşt destê wan bigihê û êrîşa wan têk birin, herçend du xaniyên gund ji aliyê kirêgirtiyan ve hatin şewitandin.
Dema êrîşa artêşê gihîşt gundê Ava Genînê nêzîkî Batûfê, hêza Pêşmerge bi fermandeyiya Îsa Siwar peyman dan ku bi ti şêweyî nehêlin armancên wan bên cih. Herçend hêzên hikûmetê gihîştin serbazgeha Batûfê, lê Pêşmerge nehîşt zêdetir pêşrewî bikin, gelek hewl dan dûr bixin, lê nekarîn û neçar bûn dorpêçê bixin ser. Piştî ku hêzên hikûmetê gelek hewl dan dorpêçê bişkînin û plana xwe cîbicî bikin lê hewlên wan bêhûde bûn, şer di navbera wan de berdewam bû, di encamê de fermandeyê hêzên hikûmetê Eqîd Mecîd Elseb'awî bi xwe û hejmarek serbaz hatin kuştin. Piştî kuştina fermandeyê wan û mayîna hêzên hikûmetê li navçeyê bo maweya 21 rojan, Pêşmerge rêya wan da ku ber bi Zaxo ve vegerin, piştî paşekişekirina hêzên hikûmetê metirsiya li ser baregeha Hêza Yek a Zaxo reviya.
Di wê êrîşa Artêşa Iraqê de ku maweya 45 rojan xeyand, ziyaneke mezin pê ket ku bi 200 kuştiyên û birîndaran dihat mezendekirin, di nav wan de Mecîd Elseb'awî û çend efserên din hebûn, herwiha têkçûna hejmarek otomobîlên serbazî û xistina firokeyekê li nêzîkî gundê Avagenînê. Ziyana Pêşmerge piştî bidawîhatina şerî şehîdbûna 5 Pêşmerge bû, herwiha şehîdbûna du welatiyan ku di hêza berevaniya millî de bûn û piştgiriya Pêşmerge dikirin.
Çavkanî:1- Arî Kerîm، Çend lapereyên zindî di Şoreşa Eylûlê da, çapxaneya Xebat, Duhok 1999.
2- Mesûd Barzanî، Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, ç: yekem 2004.
3- Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Eylûlê li devera Behdînan 1061- 1975, çapa yekem, 2018.
4- Hacî Mîrxan Dolemerî, Geryan bi dû dadperweriyê da, berga yekem, çapa duyem, çapxaneya Esra, Tehran, 2021.
5- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane di dîroka Şoreşa Eylûlê, çapa yekem, Hewlêr, 2007.





