Di havîna 1963an de şer û pelamarên Artêşa Iraqê bi serokatiya Ebdulselam Arif bi berfirehî bo ser navçeyên cuda yên Kurdistanê dest pê kir, ji îstgeha Bexdayê ve beyannameya redkirina gotûbêja li gel serkirdatiya Şoreşa Kurd ragihand û biryara serhildana şerekî xwînawî dijî Kurd derxist, paşê ket êrîş û pelamardana bajar û bajarok û gundewaran, paşê dest bi girtin û şopandin û reşekujiya tevahiya wan navçeyan kirin ku ketin ber pelamarên serbazî bi wê pîvanê ku Beisiyan wisa şîrove dikirin rejîma Ebdulkerîm Qasimî berî wan bi rûjdî şerê Kurd nekiribû, belkû ew dikarin bi demekî kurt Şoreşa Kurd şikest bidin, diyar e ev jî derxera wê rastiyê ye ku Ebdulselam Arif qet baweriya wî bi doza Kurd nebû li Îraqê, rengvedana wê jî di gotar û gotinên wî de derdiket ku danpêdan bi Kurd û peyva Kurdistanê bikar neanî.    

Di payîza 1963an de helmeta serbazî bo zincîre çiyayê Ezmer dest pê kir ku 5 km ji Silêmaniyê dûr e, bi palpiştiya tank û firoke û reşeşan ber bi sengerên Pêşmerge helmet birin, hêza Pêşmerge jî di sengerê bergiriyê de berengariyên wan bûn, bi wan çekên ku di destên wan de bûn pêk hatibû ji (birnew, yanzetîr, reşeş brên), ji berê beyanê ve hêzên hikûmetê sê caran pelamara sengerên Pêşmerge dan, lê bergirî û rûbirûbûnên Pêşmerge bi cureyekî bû karîn her sê pelamaran têk bişkînin û ber bi damênê çiya ve paşekşeyê bi wan bikin û çendîn laşên kuştiyan li meydana şerî de bi cih hêştin.

Herçend piştî wê şikesta artêşê bû sedema wê ku bo demekî hêminî bal bi ser navçeyê de bikêşe, lê artêş di vê bêdengiyê de mijûlî xwe amadekirinê bû bo êrîşekî mezintir û bi planekî tûkmetir, lê hêza Pêşmerge wê carê jî sengerên xwe gelek baş qayîm kirin û bi tundî berengariyên wan bûn û plana wan şikest dan û êrîşa wan têk şikand û ziyana zêde gihîşt wan, lê Artêşa Iraqê di tola şikesta xwe de ketin canê şivan û karwançî û kasibkarên qeraxê bajarê Silêmaniyê û hemû girtin û Şehîd kirin.

 Di wê dastana Çiyayê Ezmer de ku nimûneya zincîre dastanên bergirî nîştimaniyê ye, çend caran êrîşa artêşa Beis têk şikand û ziyana canî ya zêde gihand wan, ji aliyê hêza Pêşmerge ve tenê yek Şehîd hebû.    

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê