Sala 1965an navçeyên Şoreşa Kurd rastî komek şer û destanan hatin ji aliyê Artêşa Iraqê ve da ku di hemû wan navçeyan de dengê şoreşê bifetisînin û çalakiyên wan têk bibin, lê di gelek ji wan şeran de û di hemleya Pêşmerge ya di dij-êrîşa bo ser çend cihan de serkeftineke berçav bi xwe ve dît, çend navçeyên Kurdistanê ketin bin desthilatdariya şoreşê wek navçeya Qeladizê, Çwarta, Xoşnawetî, Çiyayê Sefîn, Qeredax, Germiyan, Kelar û Warmawe.
Deşta Hewlêrê yan bi taybetî gundê Bêstanê yek ji wan deveran bû ku ket ber êrîşa artêşa navborî. Bêstanê gundekî xweşik ê deşta Hewlêrê ye, ser bi nahiya Quştepe ve ye li rojhilatê bajarê Hewlêrê bi dûriya nêzîkî 30 km. Ji ber ku navçeyeke girîng bû ji bo şoreşê û nêzîkî Hewlêrê, Pirdê (Altûn Koprî), Quştepe û Teqteq bû, ji wan cihan artêşa Îraqê bi hêsanî dikarî êrîşê bibe ser. Hêza Pêşmerge jî gelek bi hêsanî dikarî ji wir ve deste, tîm û mefrezeyên xwe bişîne nava wan bajar û bajarokan û çalakiyên partîzanî pêk bîne û vegerin cihê xwe.
Diyar e hikûmetê di vê hemleya leşkerî de mebesta wê ew bû ku bingeh û baregehên Pêşmerge ji van navçeyên deşta Hewlêrê dûr bixe da ku metirsiyê li ser çalên petrolê yên Kerkûkê nehêle, ji ber ku çalên petrolê gelek caran diketin ber êrîşên Pêşmerge. Ji aliyekî din ve dixwest çalakiyên Pêşmerge li ser bajarê Hewlêrê, Koyê û cihên din kêm bike. Ji ber van sedeman hikûmetê di payîza sala 1965an de rabû bi encamdana êrîşeke mezin û berbelav ku ji artêş û çekdarên kirêgirtî (cahş) bi piştevaniya tank, topên dûravêj û firokeyên şer pêk hatibû, bo ser bingeh û baregehên Pêşmerge li Bêstanê û deşta Koyê û Hewlêrê ku bi êrîşa pênc qolan jî tê navkirin.
Şala artêşa Îraqê û çekdarên kirêgirtî ji pênc qolan dest pê kir; hêzek ji Quştepe ber bi Bêstanê ve, hêzeke din ji Derbendê Gome Sipan ve û hêzeke din jî ji Teqteq û nahiya Şwan ve û hêza çaremîn ji Hewlêrê bo Daretu ber bi Bêstanê ve û hêza pêncemîn ji gundê Qeşqe ber bi Bêstanê ve, herwiha li Koyê ber bi Dêgela û gundê Talebanî yê biçûk. Ku ev rûberekî mezin û fireh ê deşta Hewlêrê di nav xwe de girtibû ku bo maweya yek mehê bi berdewamî êrîşên artêşa Îraqê bo ser bingeh û baregehên Pêşmerge ji çend qolan ve li deşta Hewlêrê dirêjahiya xwe hebû.
Destpêka êrîşê bi topbaranek giran a li ser sengerên Pêşmerge dest pê kir. Li Hewlêrê, Derbendê Gome Sipan û Qeşqe ketîbeya topavêjan damezirandibûn, ji bilî wê jî her ji berê sibehê heta êvarê hêza asmanî ya hikûmetê baregeh û sengerên Pêşmerge bombebaran dikirin, bi wê niyazê ku dikarin di maweyek gelek kurt de dest bi ser hemû wan navçeyan de bigirin ku di bin desthilatdariya Pêşmerge de ne û sengerên wan vala bikin û ew deşta pan û berîn vegere bin destê hêza artêşa hikûmetê.
Lê diyar e hêza Pêşmerge berî destpêkirinê nûçeya êrîşeke berbelav gihîştibû wan bo ser sengerên wan li wê deverê, lewma hemû amadekariyên xwe yên berevanîkirinê bo rûbirûbûn û berxwedana li hember hêza zexm a artêşa Îraqê kiribû. Yek ji amadekariyan veguhastina hemû wan Pêşmergeyan bû ku birîndar bûn yan nexweş bûn û şiyana şerê wan nebû bo navçeyên din ên şoreşê ku metirsiya êrîşa hikûmetê li ser wan nebû, da ku di dema şer de nebin bar li ser Pêşmerge, yan di her rewşeke nexwestî de bi taybetî di şikestê de nekevin destê dijmin.
Di vî şerî de nêzîkî 200 Pêşmergeyên şarezayên şer û berevaniyê xwe feda kirin û sengerên berevaniyê qahîm kirin, herwiha sozê man û nemanê li gel hev û ax û baweriya Kurdane ya xwe dubare kirin, bi fermandariya Faris Bawe, Ehmed Hacî Elî, Qadir Ezîz Wesû Dizeyî, Seyid Kake Di dema destpêkirina şer de Pêşmergeyan bi cureyekê li hember hêzên artêşa Îraqê û çekdaran berxwedan kirin ku heta maweya yek mehê êrîş li pey êrîş nehiştin artêşa Îraqê destê wê bigihîje bingeh û baregeh û sengerên wan, ev jî bû cihê şokbûna hêzên artêşa Îraqê ku bi wê hemû şiyana leşkerî û lojîstî û çek û teqemeniyên ku di destê wan de bûn, nekarîn tişta ku mebesta wan bû û plan bo danîbûn, cîbicî bikin.
Piştî mehêkê ji êrîş û êrîşên ser sengerên Pêşmerge, artêşa Îraqê nekarî armanca xwe bi dest bixe û bi ser Pêşmerge de serbikeve, lewma piştî zirar û ziyaneke mezin ku pêk hatibû ji kuştina dehan serbazan û têkşikandina çendîn seyareyên leşkerî, bi neçarî paşekişe bi hêzên xwe kir bo wî cihê ku jê hatibûn û dest bi tevgerê kirin û navçe bi cih hêla.
Piştî dawîhatina êrîşa artêşa Îraqê, hêza Pêşmerge jî ziyanên canî hebûn ku pêk hatibû ji şehîdbûna 6 Pêşmergeyan û birîndarbûna 14 Pêşmergeyan, herwiha zêdetir ji 20 gund ji aliyê çekdarên kirêgirtî (cahş) ve hatin şewitandin, nêzîkî 50 welatiyên jin û zarok bi bombebarana firoke û topbaranê şehîd û birîndar bûn, lê ew nebû sedema daxistina moralê Pêşmerge ku dest ji çalakiyên partîzanî berdin, ev bû ku di maweyek kurt de çend mefrezeyên Pêşmerge xwe gihandin nava bajarê Hewlêrê û êrîşî çend dam û dezgehên leşkerî yên hikûmetê kirin da ku ji aliyekî ve nîşanî hikûmetê bidin ku moralê Pêşmerge daxistiye û di çalakiyên partîzanî de berdewam in, ji aliyekî din ve jî dilnêwaiyê bidin cemawerê bajarê Hewlêrê û li wan zelal û eşkere be ku ev êrîşên hikûmetê bandoreke neyînî li ser hêz û moralê Pêşmerge nabe.
Çavkanî:1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarixwazî Kurd, bergê sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem 2004.
2. Arî Kerîm, Çend lapereyekî zindû le şoreşî Eylûlda, çapxaney Xebat, Duhok 1999.
3. Xurşîd Şêre, Xebat û xwîn, bîreweriyên salên xebata Pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.
4. Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê, binyatnan û heltekandin, 1961-1975, çapa çarem, 2021.
5. Seyid Kake, Bîreweriya Pêşmergeyekî, çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê, çapa yekem, 1997.
6. Ebdulla Rehman Melazade: Şêwey pêkhatê şoreşî Eylûl, çapa duyem, Duhok.





