Hikûmeta Îraqê ku ji rêkeftina 11ê Adarê poşman bû û danûstandinên xwe yên bi serkirdayetiya Şoreşa Eylûlê, bi wê niyazê şer dest pê kir ku di demekê kurt de dawî li şoreşê bîne, ji ber ku di heyama çar salên agirbest û danûstandinan de bi awayekî xwe tije çek kiribû bi rêya bihêzkirina peywendiyên xwe bi dewleta zilhêz a Yekîtiya Sovyeta berê re ji bo dabînkirina çek û teqemenî û şêwirmendên leşkerî... hwd., êdî di şiyanê de ye armanca xwe bi dest bixe ku tepeserkirina şoreşa kurd bû.

Çiyayê Korêk jî ku yek ji çiyayên giring û stratejîk ên deverê ye, her hêzeke leşkerî eger desthilata xwe bi ser tevahiya çiyayê de bisepîne, wê demê bajarê Rewandiz û Deşta Diyana û derdora wê ku bi Hewza Soran tê navkirin diket ber metirsiyê, hêza din zehmet bû bikaribe di wê navçeyê de xwe ragire. Her çend berê artêşa Îraqê hêzên xwe yên leşkerî ji hamiya Rewandiz û gundê Balekiyan vekişandibû navçeya Spîlik li rojavayê bajarokê Xelîfan, lê lûtkeya çiyayê Korêk bi ti awayî vala nekiribû.

Li gel destpêkirina şer jî sala 1974an Hêzên Pêşmerge çend caran helmeta xwe bir û êrîş kir ser, lê nekarî bi ser de zal bibe, belkî artêşa Îraqê bi sedema çekên pêşketî, hêza zêde û zehmetiya cihê xwe karî berevaniyê jê bike.

Helkefta erdnîgarî ya çiyayê Korêk bi awayekî ye Geliyê Elî Beg ji çiyayê Gorêzê vediqetîne, Pêşmerge di Nîsana 1974an de di êrîşeke xwe de bo ser Gorêzê karî dest bi ser rebayên artêşa Îraqê de bigire, her çend artêşa Îraqê çend caran hewl da dest bi ser de bigire û ji wir ve pêşrewiyên xwe bigihîne Deşta Diyana û devera Balekayetî lê serkeftî nebû.

Li Geliyê Elî Beg jî artêşa Îraqê xwest êrîş bîne û pêşrewiyên xwe bi rêya Hamilton dirêj bike, lê Pêşmerge ji bo parastina wê qola şer û pûçkirina plana êrîşa artêşa Îraqê rêyên xwe mînrijandin û amadekariya teqandina piran jî kir, ji bo ku tank û zirêpoşên artêşa Îraqê nekarin derbas bibin.

Li gel destpêkirina êrîşê Pêşmerge piran teqandin ku çend pir in dikevin ser wê rêyê, dema ku leşker mijûlî çêkirina piran bûn û beşa endazyariya mîn û teqemeniyan a leşkerî jî dest bi rakirina mînan û vekirina rê kirin, topxaneya şoreşê bi tundî topbaran dikirin û li cihên bilind ên çiyayê Belekiyan û Bapiştan bi çekên dûravêj ên Doşka derfet nedan karên xwe pêk bînin, êrîşa wan têk çû lewma serkirdeyên leşkerî yên artêşê bi hevkariya şêwirmendên rûsî bîr li rêyeke din kirin ku êrîşê tê de pêk bînin.           ‌    

Hevdem li gel êrîşên Gorêz û Geliyê Elî Beg, di meha Nîsanê de li binarê Korêk serê şelala Bêxal û serê çiya artêşa Îraqê êrîş anî ser sengerên Pêşmerge, bi piştgiriya firokeyên şer û çekên giran û leşkerên bêhejmar, di destpêkê de karîn dest bi ser hinek cihan de bigirin wek Darqesp û Gor Nok, ku ziyanên canî li her du aliyan li pey xwe anî lê Pêşmerge ji bo ku sengerên xwe bigirin û artêşa Îraqê ji wan cihan derbixin êrîşa berevajî pêk anî di 19ê Nîsana 1974an de, karîn serkeftinê bi dest bînin û vegerin sengerên xwe.

Di 8ê Tebaxa 1974an de artêşa Îraqê bi planeke tûkme ya şer bi fermandariya lîwa Îsmaîl Taha Neîmî careke din êrîşeke berbelav anî ser her du çiyayên Korêk û Gorêzê, ji bo ku sengerên Pêşmerge bişkîne û dest bi ser Rewandiz û Deşta Diyanayê de bigire, diyar e ji ber zehmetiya cihê xwe nekarî pişta xwe bi tank û zirêpoşan ve girê bide, Hêzên Pêşmerge jî gelek bi tundî pêşî lê girt û bersiva êrîşê da di encamê de artêşa Îraqê hat astengkirin û rastî şikesteke gelek mezin hat û vegerandin paş, heta di meydana şer de 400 laşên kuştiyên xwe li pey xwe hiştin. Ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve jî di vî şerî de şeş Pêşmerge şehîd bûn, tişta ku hêjayî gotinê ye topxaneya şoreşê bi fermandariya Halî Dolemerî roleke giring hebû di têkbirina wê êrîşa artêşa Îraqê de.

Diyar e artêşa Îraqê bi vê şikesta mezin dilê xwe av nexwar belkî stratejiya şer guhert, bîr li planekê kir ku ji xeyal û bîra Pêşmerge dûr bû, bi fermandariya muqedem rukn Ebdulwehab bi tariya şevê rabû bi çêkirina rêyeke ji serê çiyayê Korêk ber bi jêr ve yanê di navbera Korêk û Bêxal de ku buldozerên giran bi kar anî ji bo rakirina kevirên mezin û vekirina rê ji bo tank û zirêpoşên şer.

Di berbanga 8ê Tebaxa 1974an de êrîşa artêşa Îraqê ku pêk hatibû ji hêza piyade ya çiyayî ya 5 a tîpa 4 û katîbeya tankî ya 2 a hêza zirêpoş a 8 ku pêk hatibûn ji tankên (T55) yên sovyetî û zirêpoşên (M113) yên amerîkî ji ser çiya ve şor bûn jêr heta gihîştin ser rêya Bêxal.

Êdî rewş bi qazanca artêşa Îraqê şikest û Pêşmerge ew senger vala kirin û paşekişe kirin. Debabeyên artêşa Îraqê çûn nav bajarê Rewandiz û ji aliyê paşê yê çiyayê Bapiştan bi ser çiyayê de hilkişiyan bi arasteya wê Doşkeya ku li beşa jêrîn a çiyayê hatibû danîn, ku li ser Geliyê Elî Beg dinêrî ji bo ku li çiyayê Gorêzê û Geliyê Elî Beg û binarê Korêk piştgiriya Hêzên Pêşmerge bike, bi taybetî li Geliyê Elî Beg leşkerên artêşa Îraqê ji ber wê Doşkeyê nedikarîn li Kanî Maran a nav geliyê de ser derxin, bê agah bûn ji wê rewşa ku Hêzên Pêşmerge rastî hatibû û debabeya artêşa Îraqê gihîştibû ser wan, sê Pêşmerge li wir bûn hemû dîl hatin girtin.            

Artêşa Iraqê di vê êrîşê de serkeftineke mezin bi dest xist ku pênc meh bû hewldanên xwe zêde kiribû da ku bigihîje Rewandiz û Diyanayê, Hêzên Pêşmerge jî li Serê Gorêzê paş de vekişiyan bo pişt Diyanayê, ji aliyê Bêxalê ve jî damênê çiyayê Korêkê bi cih hêla û vekişiya bo Binekawil û Berzêwe, bi vî awayî xetekî berevaniyê li Geliyê Akoyan û Hendrên û Zozik û Geliya Omeraxa danî.

Çavkanî:

1- Hevpeyvîn ligel Qadir Hesen Sîtkanî, Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê 31/12/2022.

2- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de ... Hecî Bêroxî, bergê yekem, çapa duyem, 2020, r446-448.

3- Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên leşkerî yên Şoreşa Îlonê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022, r201-202.

4- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

5- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, bergê sêyem, beşa duyem, çapa yekem, Hewlêr 2004, r157.

7- Hevpeyvîn ligel Mihemed Ezîz Umer, Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, 18/1/2023.