Piştî çar salên agirbestê di bin siya rêkeftinnameya 11ê adara 1970an de di navbera serkirdatiya Şoreşa Eylûlê û hikûmeta Beis de, lê di nîsana 1974an de gotûbêj û danûstandin gihîştin bendê, Beis ji sozên xwe paşve vegeriya û careke din êrîş û êrîşên xwe bo ser Kurdistanê dest pê kirin, çimkî di nîsana 1972an de ligel Yekîtiya Sovyetê peymannameya dostanî û hevkariyê mor kir, di vê navberê de hêzên bi pêşketîtirîn çekên serdemê ku ji Yekîtiya Sovyetê destkeftibûn, çekdar kirin, wek (firokeya TU22 û Suxoy Mîg, herwiha 25 topên 120 mm û 152 mm û mûşekên SAM û tankên T62) ji bilî wê jî xwecihîkirina petrolê di sala 1972an de hevtare ligel warê serbazî warê aborî jî geş kir êdî hewaya ji navbirina şoreşa Kurdî di nava xwe de tevizand.
Gava ku artêşa Iraqê êrîş bir ser Kurdistanê, hêza Sefîn ferman jê re hat kirin li çiyayê Sefîn berevaniyê bikin, daku rê nedin ji wî mihwerî artêş pêşve biçe, her çend hinek rebayên artêşê berî destpêkirina şer li çiyê hebûna wan hebû, lê fermandeyê hêza deşta Hewlêrê bo bihêzkirina xeta berevaniya çiyayê Sefîn ferman bi batalyonekî hêza xwe kir bi fermandeyê Seyîd Kake û du lîqên batalyona wî ku berpirsên wan Mam Hemêdemîn û erîf Ebû Zêd bûn, ev hêza Pêşmerge çûn ser çiyê bi topeke 107 mm û doşkeyekê, sê caran êrîş birin ser yek ji rebayên artêşê, lê serkeftî nebûn bi sedema bordûmana firoke û topbarana artêşê û berf û sermayê ku hêj li hinek cihên çiyê mabû.
Piştî demekê ji şandina wê batalyona Pêşmerge, Faris Bawe fermandeyê hêza deşta Hewlêrê jê re zelal bû ku di cihê nîv-deştayî de şiyana rûbirûbûna tank û zirêpoşên artêşa Iraqê nîne, biryar da ku tevahiya hêza xwe veguhêze çiyayê Sefîn, bi wê pîvanê ku zanîyarî hebû hikûmet niyaza girtina çiyê heye.
Di hezîrana 1974an de artêşa Iraqê êrîşeke çir û pir bo ser çiyayê Sefîn dest pê kir, lîqekî hêza Pêşmerge bi fermandeyê Faris Bawe hat şandin ser çiyayê Awegerd, erka batalyona Seyîd Kake parastina xeta berevaniya Kanî Smayîl a li pişt nahyeya Hîran bû, piştî çend rojan ji êrîş û êrîşên artêşê û berevaniya Pêşmerge hêza Sefîn şikest û çiya hat destsergirtin, ligel şikestina wê qola xeta berevaniyê êrîşa hikûmetê li ser çiyayê Awegerd tundtir bû, lîqa Nayif Bawe 14 şehîd û 20 birîndar dan ligel wê jî di berevaniyeke bihêz de bûn. Piştî girtina çiyayê Sefîn hêza Pêşmerge vekişiya gundê Kone Filuse ya li pişt çiyayê Hewrê. Di nîşaneke din de hatiye ku Pêşmerge li gundên Susê û Smaqulî Gertik û Smaqulî Gelî çiyayê Benewa yê binara Sefîn vekişiya zêdetir ji mehekê bû di şer de bû, her ji çiyayê Dîdewanê heta digihîje çiyayê Sefîn ku dûriya navbera wan zêdetir ji 50 km dibe qonax bi qonax şerê xwînavî lê dihat kirin û ziyanên canî di kuştî û birîndaran de zêde bû, Pêşmerge gelek westiyayî bû şiyana berevaniyê lawaz bû. Rojane hêza asmanî ya hikûmetê bi xestî bordûmana sengerên Pêşmerge dikir, lewma biryara vekişînê hat dan.
Piştî ku hêza Pêşmerge vekişiya bo çiyayê Hewrê artêşa Iraqê di êrîş û pêşveçûnê de her berdewam bû bo dagîrkirina navçeyê, careke din li nêzîk çiyayê navborî şer dest pê kir, di seretayê de beşek ji hêzan ku moralên wan bi temamî daketibû ji ber paşekişeya cara yekem, careke din sengerên xwe vala kirin, lê hêzekî Pêşmerge bi fermandariya Seyîd Kake warê pêşveçûnên artêşa Iraqê birîn û ziyaneke zêde gihandinê, êdî çiyayê Hewrê di bin destê Pêşmerge de ma heta nesko ya şoreşê sala 1975an.
Çavkanî:1- Umer Usman, Jiyana Kurdekî, berga yekem û duyem, çapxaneya Mukriyan, çapa duyem, Hewlêr- 2008.
2- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga sêyem, beşa duyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem – Hewlêr, 2004.
3- Seyîd Kake, Bîrewerî Pêşmergeyekî, çapxaneya wezareta rewşenbîrî, çapa yekem, Hewlêr- 1997.
4- Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên serbazî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022.
5- Xurşîd Şêre, Xebat û Xwîn, bîreweriyên salên pêşmergatiyê, çapxaneya Hacî Haşim, çapa sêyem, Hewlêr – 2015.
6- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr - 2019.





