Ewla Reş Rûstayî sala 1969an di temenê gencîtiyê de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li hêza Balek bûye Pêşmerge. Sala 1976an di destpêka hilgirsana Şoreşa Gulanê peywendî bi Hêzên Pêşmerge kiriye û li lijneya navçeya Balek wek kargêrê navçe û baskê serbazî bi şêweyê mefrezeya partîzanî li devera Balekayetî erk dîtiye, beşdarî çendîn şerên partîzanî kiriye, ji wan şerê Kospê Spî li ser rêya Soran û Hacî Omeran, şerê Gorê Nêtwê li nahyeya Simîlan ser bi qezaya Çoman a parêzgeha Hewlêrê. Sala 1994an di şerê berevanîkirin li serweriya yasayê li gundê Cwêzan a nahyeya Gelale ya qezaya Çoman ligel çekdarên PKKê bi giranî birîndar bûye, heta dawiyê di şeva 9ê hezîrana 1999an de di dema berevanîkirin li qewareya Herêma Kurdistanê bi destê çekdarên PKKê şehîd hatiye kirin.

Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.