Mihemed piştî xwe Qado û Mihemedê ku piştî şehîdbûna bavê xwe di temenê yek mehiyê de dibe hilgirê navê bavê xwe Mihemed, bi cih dihêle. Piştî kuştina kaptan Skotê hakimê Akrê û kolonîl Bîlê hakimê Mûsilê di 4ê çiriya paşîn a 1919an de, navçeya kuştinê ji bo Faris Aẍayê Zêbarî hat hejmartin û hêzên artêşa Îraqê bi piştgiriya hêza asmanî ya Îngilîzan dest bi êrîşê kir û gundên navçeya Zêbarê û di nav wan de gundê Baniyê ket ber bombebarana firokeyên Îngilîzan û ev kiryara nemirovane bû sedema şehîd û birîndarbûnê. Qadoyê bavê wî ligel Faris Aẍa rêya Rojhilatê Kurdistanê girtin ber xwe û çûn cem Simkoyê Şikak û beşdarî Şoreşa Simko bûn heta 5ê gulana sala 1921ê vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku malbata wî murîdên rêbaza tekkeya Barzan bûn, têkiliya wan a berdewam bi Mela Mistefa Barzanî re hebû, ligel Mehmûd Aẍayê Zêbarî alîkariya şoreşa duyem a Barzan kir û beşdarî şerê 1945an ê Çiyayê Pîrsê bûye.
XebatnameEbdullah Qado, di sala 1962an de ji gundê Baniyê tê Akrê, lê ji ber nebaşiya rewşê nikare rasterast têkiliyê bi şoreşê re bike û têkilî bi dizî dimînin heta derfet çêdibe, di destpêka sala 1970yî de piştî hevdîtina ligel rêberê Kurd Mistefa Barzanî bi amadebûna serok Mesûd Barzanî ku wê demê berpirsê dezgeha Parastinê bû, tê nav rêzên şoreşê, piştî rêkeftina 11ê adara 1970yî û rêkxistina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di Şoreşa Eylûlê û damezrandina hêza Akrê bi amirê hêza Zobêr Mehmûd Zêbarî, di hêza Akrê de dibe amirê batalyona duyem a Pêşmergeyên Kurdistanê. Şehîd Ebdullah Qado beşdarî şerên Berdereş, Hezarjut, Lekan, Xelîlkan, Şêreswar, şerê Serderya sala 1970yî, şerê Lekan sala 1971ê, şerê Girgoran sala 1972an û di wî şerî de birîndar bûye, şerê Akrê sala 1973yan, şerên sala 1974an di nav wan de Rawite, Berdereş, Cisrê Mendan, Başîk û Barzan li nêzîkî Mûsilê, Hêjîrok, Çiyayê Meqlûb, Şermen, Rabîşat, Xêlaft, Bakirman, Bajêre, sala 1975an şerê Serê Şoş û Bakirman bûye.
Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê Rojhilatê Kurdistanê (welatê Şahnişîniya Îranê) bûye, sala 1976an û destpêka Şoreşa Gulanê têkiliyê bi serkirdatiya şoreşê re dike û ji aliyê cenabê serok Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî yê nemir ve tê raspardin ji bo agahdarkirin, rêkxistin û şandina awareyan ji bajarên welatê Îranê, ji bo beşdarbûn di Şoreşa Gulanê li Başûrê Kurdistanê, di wê rêyê de gelek caran ji aliyê dezgeha Savak a Îranê ve tê desteserkirin û her car tê berdan ji ber ku navê wî di nav aware, xizm, dost û nasên Ebdullah Qado de bû û li cem hikûmeta Şahnişîniya Îranê bi Ebdullah Qadir dihat naskirin û tomarkirî bû, piştî rûxana rejîma Şahê Îranê rasterast têkiliyê bi Şoreşa Gulanê û serok Mesûd Barzanî re dike û bi mal û zarokên xwe ve ji bajarê Sawe ya Îranê vedigere Kurdistanê bo kampa Zêweyê ya penaberan, ligel pêşmergeyên xwe dibe pasewanê cenabê serok û mekteba siyasî heta dawiya sala 1981ê, wekî amirê hêz û fermandey beşdarî şerê yekem ê Hacî Omeran, şerê duyem ê Hacî Omeran dibe.
Sala 1982yan wekî hêzeke karîger ji bo rûbirûbûna hikûmeta Îraqê vedigere Başûrê Kurdistanê û fermandariya şerên sala 1982yan ên Meydanka Rêfiya, Kanî Çinarok, girtina sengerên dijmin li Çiyayê Gare, şerê girtina sengerên dijmin li serê Bakirman, şerê Siyana Gare kiriye, di şerê Sîna Gareyê de heyama sê şev û rojan dijmin berdewam bû di êrîşkirina ser baregeha lijneya navçeya Akrê û piştî şikestinê neçarî paşekişeyê bû û di vî şerî de du helîkopterên dijmin hatin xistin û birîndar bûye, (vî şerî Hoşyar Zêbarî serperiştiya wî dikir û Babekir Zêbarî berpirsê leşkerî bû) beşdarî şerên sala 1983yan ên nava bajarê Akrê, şerê serbazgeha Şêladizê, Şermen û Bakirman, her di wê salê de şerên Hêzankê, Çoman û Derbend, Serê Gelałe, Gerya Bêşê, Sîdekan, şerê Serê Helgurd û lêdana helîkopterên artêşa Îraqê ku pirsgirêk ji bo pêşmergeyan çêkiribûn û di şer de helîkoptereke artêşa Îraqê hat xistin, di 15ê hezîrana sala 1987an de endamê lijneya Akrê û berpirsê beşa eskerî bûye, sala 1987an şerê Xirêne û Lolan, Çiyayê Kolek, şerê Mêrgesor û di wî şerî de birîndar bûye, şerê Derava Şinîê sala 1988an û di dema Enfalê de, di Enfalên Badînanê de li navçeyê dimîne heta meha çiriya pêşîn û vedigere Rojhilatê Kurdistanê û raporeke giştî derbarê qonaxa dawî ya Enfalê û çarenivîsa girtî û enfalkiriyan radestî serok dike.
Di raperînê de ji fermandeyên destnîşankirî yên mekteba siyasî bû ji bo mihwerê Akrê, piştî raperîna sala 1991ê beşdarî şerê Keleka Yasîn Aẍa (Kelek), şerê Mengube, şerê Başîk û Barzanê nêzîkî Mûsilê, Duberdan ku di vî şerî de milê wî birîndar bûye, Cisrê Mendan, Kanîlan, Berdereşa yekem, Berdereşa duyem, şerê qelaya serbazî ya Akrê bûye. Di heyama pêşmergatiya xwe de neh caran birîndar bûye heta dawiyê di 13ê çiriya pêşîn a sala 1992yan de bi pileya cîgirê artêşa şeşan û di dema berevanîkirina ji desthilata yasayî ya xelkê Kurdistanê û hikûmet û parlamentoya Kurdistanê de li Kela Şabaniyê li navçeya Bêgova ya ser bi Zaxo şehîd bûye û li goristana Beroka Seyda li Akrê hatiye veşartin.
Çavkanî:1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





