Şehîd Ebdullah Yûsif Ebdullah Siyarî, di sala 1963an de li gundê Siyarê li devera Berwarî ya ser bi nahiyeya Kanî Masê ji malbateke kurdperwer hatiye ser dinyayê, di Enfalên sala 1988an de awareyî welatê Îranê bûye, ji bo maweyê 4 salan li wir maye, piştî raperîna sala 1991ê vegeriyaye Kurdistanê, di 16ê tebaxa sala 2016an de şehîd bûne.
XebatnameŞehîd Ebdullah Yûsif Ebdullah Siyarî, di sala 1981ê de bûye Pêşmerge û beşdarî di çendîn şer û destan û çalakiyan de kiriye wekî Serê Spîndarê, Serê Gareyê, Kanîka, Milbirka, Şeranişê, Girê Zengil û çendîn şerên din, di sala 1987an de bûye Pêşmergeyê lijneya navçeya Şêxan, di sala 1988an li welatê Îranê karê rêxistinê kiriye wekî kadroyekî zêde çalak.
Di serhildana 1991ê de beşdarî çendîn şeran bûye wekî êrîşa feyleqa 5 a Hewlêrê, azadkirina bajarên Kerkûkê, Duhokê, Zaxo, Akrê û Sêmêlê, di sala 1992an de di wan şerên hatine sepandin li ser Partiya Dêmokrata Kurdistanê, wekî cîgirê hêza Gareya Ehmed Sefo Siyarî beşdarî şerên Serê Pirsê, Gareyê, Şeşdarê kiriye.
Di sala 1995an de dibe amir mefreze li lijneya navçeya Şêxan, di sala 1997an de dibe cîgirê lîwaya 122 a supaya 12 a fermandariya Duhok, herwisa şehîdê fermande beşdarî çendîn şerên din ên zehmet û dijwar dibe wekî şerê Serê Kanîka, Sîdera, şerê gundê Siyarê, Serê Gareyê û Metîna, Kanî Botkê, Avşxurê, Mêrgê, Kepkê Ehmed Axa, Qesr, Bakûza, Serê Sefînê,
şerê Dola, Balîsan, Zozik û Hندرînî û Rewandiz, Berdebotk, Şaxê Reş.
Şehîdê fermande di karwanê xwe de çendîn caran hatiye birîndarkirin, di sala 1997an de di êrîşa li ser gundê Siyarê tê birîndarkirin, 12ê tîrmeha 1998an li gundê Siyarê ji bo cara duyem tê birîndarkirin û di heman salê de dibe cîgirê batalyona 4 a supaya 12, di sala 2000î de dibe fermandeyê batalyona 1 a hêza 2 a supaya 12, di sala 2003an rolekî baş hebûye di şerê azadkirina Îraqê li Şêxan û Neweran û Mûsilê, di heman salê de dibe fermandeyê batalyona 2 a hêza 12 a supaya 3 a Zêrevanî û her erkekî pê hatiye spartin bi baştirîn şêwe encam daye li nav bajarê Mûsilê û derûberan de, di êrîşa terorîstên DAIŞê ji bo ser Kurdistanê şehîdê fermande beşdar bûye di şerê Şelalat û herwisa di şerê rizgarkirina gundên derûberên Keskê û êrîşa azadkirina Şingalê û Wankê û hemû wan êrîşên terorîstên DAIŞê kirine ser xalên Pêşmergeyî li mihwerê Neweran û Deşta Mûsilê û Serê Neweran û Telsqof û Şelalat, herwisa şehîdê fermande beşdarî di êrîşên 11 gundên Kakeya kirine li 14ê tebaxa 2016an û şiyaye cihên ji bo hatiye destnîşankirin kontrol bike, navbirî di 16ê tebaxa sala 2016an de şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





