Şehîd Ebo Ebdulla Papîr di sala 1938an li gundê Dirê yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin qezaya Mêrgesor parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar bûye.
Sala 1965an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li gel Melhem Dirê bûye Pêşmerge. Beşdarî di şerên Baskê Derê û Gerûyê Emeraxa kiriye.
Sala 1992an piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û di Artêşa Barzan de bûye Pêşmerge.
Sala 1993yan li gundê Basiyan yê ser bi navçeya Mizûrî Bala di şerekî çekdarên PKKê de Şehîd bûye û li goristana komelgeha Şaxolan hatiye veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




