Şehîd Egîd Îbrahîm Mistefa di sala 1967an de li gundê Bermîzê, girêdayî qezaya Sîdekan a parêzgeha Hewlêrê, ji dayik bûye; heta asta seretayî xwendiye û zewicî bûye.
Di sala 1991an de tevlî rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1995an de li artêşa Sîdekan bûye Pêşmerge û beşdarî şerên devera Sîdekan bûye. Di 15ê Tebaxa sala 1998an de, li Girê Xeyatê ya devera Sîdekan, di şerê parastina serweriya qanûnê de ji aliyê çekdarên PKKê ve şehîd hatiye kirin.
Çavkanî:1- Arşîva beşa ensîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.




