Şehîd Ehmed Elî Ehmed Mistefa, yek ji Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê bû, di dema têkoşîna xwe ya di refên Pêşmerge de sê caran birîndar bûye, pileya fermandeyê fujê yê ser bi Hêzên Hewramanê wergirtiye, di sala 1987an de di dema rûbirûbûna artêşa rejîma Beis de li çiyayê Zerde yê herêma Qeredaxê Şehîd bûne.
Ehmed Elî Ehmed Mistefa ku bi Ehmed Şêx Elî tê naskirin, di sala 1951ê de li nahiyeya Biyare ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, ji nişteciyên Biyare bû, di çandinî û baxçevaniyê de dixebitî, bi Seham Mecîd re zewicî bû, sê kur û du keçên wan (Sîrwan, Heymen, Umer, Amîne, Meryem) hebûn, keça wî Meryem di kîmyabarana Helebceyê de di 16ê adara 1988an de Şehîd bûne.
Di sala 1981ê de tevlî Hêzên Pêşmerge yên Hêzên Hewramanê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, ji ber kesayetiya xwe ya civakî ya bihêz li herêma Hewramanê û bajarê Helebceyê, berpirsiyarê şaxê çaremîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê û fermandeyê Hêzên Hewramanê ew veguhastiye baregeha şaxê çaremîn ê partiyê.
Di dema têkoşîna xwe ya di refên Pêşmerge de sê caran birîndar bûye, cara yekem di sala 1983an de li gundê Tepe Kure yê deşta Şarezûrê, cara duyem di sala 1984an de li gundê Şêremer ê deşta Şarezûrê, cara dawî di sala 1986an de li gundê Beşaret ê deşta Şarezûrê bi giranî birîndar bûye ku şeş gule li wî ketine.
Di sala 1985an de pileya fermandeyê fujê yê ser bi Hêzên Hewramanê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye, di meha nîsana sala 1987an de di dema rûbirûbûna artêşa rejîma Beis de li çiyayê Zerde yê herêma Qeredaxê Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Heyeta Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


