Şehîd Ehmed Mehmûd di sala 1967an peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê kiriye û di lîqa 3 ya batalyona 3 ya Sûrdaş a hêza Rizgarî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge.

Di 14ê Tebaxa 1974an de Ehmed Mehmûd û desteyek hevsengerên xwe li gundê Elayî ya di navbera Çemçemal û Kerkûkê de ketine kemîna serbazî ya rejîma wê demê ya Îraqê û Ehmed Mehmûd û çar hevsengerên wî Şehîd bûne.

Çavkanî: 

1- Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.