Ehmed Mehmûd Salih Resûl, di sala 1969an de li gundê Beşaretê yê jorîn ser bi nahiyeya Sîrwan a parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa navendî xwendiye. Zimanê Kurdî û Erebî zanîbûye.
Di sala 1982an de peywendî bi rêxistinên nihênî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Helebceyê kir, di sala 1987an de tevlî hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê bû, di lijneya rêkxistina Sîrwan a ser bi lijneya navçeya Helebceyê ya lîqa çara Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge.
Di çendîn şer û çalakiyên partîzanî de beşdar bûye, di nav wan de di sala 1987an de şerê Qeredaxê û şerê Xornewazan û Hişke Nav û Şaxê Zerde û şerê Xurmal û Ehmed Awa li Helebceyê, di sala 1988an de şerê Sîrwan û şerê gundê Tepekurê.
Di şeva 15 li ser 16ê Adara 1988an de bi mebesta girtina bazgeha Artêşa Iraqê li gundê Zemeqê yê deşta Şarezûrê ketine kemîna serbazên Artêşa Iraqê, piştî rûbirûbûneke çend demjimêran Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


