Şehîd Ehmed Mihemed Elaedîn, sala 1932’an li gundê Moka ya navçeya Şîrwanê Mezin, qezaya Mêrgesorê, parêzgeha Hewlêrê, ji dayik bûye. Malbatdar bû.
Sala 1961 peywendî bi hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê re dike û bi Esed Xuşewî re dibe pêşmerge. Sala 1961 beşdarî şerê gelê Zawîtayê dibe. Sala 1962 li gundê Germikê şehîd dibe û li goristana gundê Qumeriyê ya devera Berwarî tê veşartin.
Çavkanî:1-Arşîva Desteya Ensîklopediyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




