Şehîd Elî Hisên Elî di sala 1956an de li gundê Kelokê yê sînorê qezaya Mêrgesorê ji dayik bûye, heta pola şeşem a seretayî xwendiye.
XebatnameŞehîd Elî Hisên Elî, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ligel xêzana xwe rû dikin welatê Îranê û li wir niştecî dibe, di sala 1976an de peywendî bi rêzên (P.D.K) dike û heman salê jî çekê Pêşmergatiyê dike stûyê xwe.
Şehîd di Şoreşa Gulanê bi taybetî di wan şer û dastanên ku ji bo rêgirtin li pêşrewiyên hikûmeta Îraqê ji bo kontrolkirina navçeyên azadkirî di sala 1988an de hatibûn girtin, roleke karîger dibe, di raperîna adara 1991ê de jî wek Pêşmerge vedigere Başûrê Kurdistanê û beşdarî di destkeftên wê de jî dike.
Elî Hisên Elî, di yek ji şeran de birîndar dibe, di sala 1996an de di şerê Heybet Sultan de Şehîd dibe û termê wî li goristana Mêrgesorê tê veşartin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




