Elî Ebdullah Elî bi nasnav Elukuraş û Elî Hejar, di sala 1942an de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye, dibistana seretayî û navîn li heman bajarî xwendiye, di sala 1957an de li mala Mamosteyên Seretayî a Hewlêrê hat qebûlkirin, di sala 1962an de mala Mamosteyan a Hewlêrê qedandiye, di sala 1962an de endamê komîteya damezrêner a Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bû, di sala 1962an de bû nûnerê yekemîn kongreya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, di sala 1962an de berpirsê şaxê Hewlêrê yê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bû, di sala 1962an de sernivîserê rojnameya Dangî Mamoste bû, di sala 1962an de sernivîserê kovara Rêjne bû.
Di sala 1975’an de, piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê, berê xwe dide Îranê, di sala 1979an de li zanîngeha Mustensiriye ya Bexdayê Bekalorya (lîsansa) qanûnê wergirtiye, di 24ê Mijdara 1983an de li zîndana Kerkûkê hat bidarvekirin û termê wî ji aliyê berpirsên hikûmeta Iraqê ve li cihekî nediyar hatibû veşartin, bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî baş dizanibû.
Xebatname
Di sala 1957an de tevlî Yekîtiya Qutebiyên (Xwendekarên) Kurdistanê dibe, di sala 1958an de bi nûnertiya Yekîtiya Qutebiyên (Xwendekarên) Kurdistanê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Serok Mistefa Barzanî (1903-1979) kir, di sala 1962an de tevlî refên hêzên pêşmerge dibe, di sala 1963an de bû endamê Komîteya navçeya Hewlêrê ya Komîteya liqa duyem a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), di sala 1964 de, ew wek nûnerê komîteya liqa duyemîn beşdarî civîna Mawetê bû, lê ew ligel nerînên baskê Mekteba Siyasî yên li dijî Serok Mistefa Barzanî nebû, di sala 1964an de nûnerê 6emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1964ê de endamê şanda danustandinan a duwazdeh kesî ya kongreya şeşem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû ku bi razîbûna Serok Mistefa Barzanî bo beşdariya di kongreya şeşem de çûne aliyê baskê Mekteba Siyasî, lê ji ber rijdbûna baskê Mekteba Siyasî ya ji bo beşdarnebûnê şand di erkê xwe de bi ser neket.
Di Kanûna yekem a 1965an de endamê komîteya komkirina bacê bû ji dewlemendên Hewlêrê ji bo pêşmergeyên Şoreşa Îlonê yên li sînorê Hewlêrê û di vê yekê de ser ketî bû, di 10ê Sibata 1965an de wek berpirsê Komîteya navçeya Hewlêrê, alîkariya Îsmaîl Ezîz Mistefa, ku bi navê Şêx Ezîz Mela Ezîz tê naskirin, serokê komîteya liqa duyem kir, ji bo serkeftina gireva bazarê bajarê Hewlêrê ji bo ku fişarê li hikûmeta Iraqê bike ku xwe ji pêkanîna peymana Hezîrana 1966’an vedişêre û girev bi serkeftî bi dawî bû.
Di sala 1965an de bû berpirsê komîteya navçeya Balek ya komîteya liqa duyem a Partiya Demokrat a Kurdistanê, di Sibata sala 1966an de bû nûnerê kongreya duyem a Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, di nîvê sala 1966an de wek endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Heftemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat destnîşankirin, di sala 1966an de nûnerê 8emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1967an de bû berpirsê Komîteya navçeya Cotkarên Deşta Hewlêrê ya Komîteya liqa duyem, di sala 1968an de desteya nivîskarên kovara Safîn organa liqa duyem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1968an de beşdarî şerê Bêstane û Kanî Bizre li parêzgeha Hewlêrê bûye, di sala 1970 de, ji stafê diwazdehan di dema berpirsiyarîya Faris Hemed Bawe (1933-1995), ku bi navê Faris Bawe jî tê nasîn, wek kargêrê komîteya liqa duyemîn hat destnîşankirin, di sala 1970 de dibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd liqa Hewlêrê, di sala 1970 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek yê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (Kongreya heştem) hate hilbijartin, di dawiya sala 1970 de, cara yekem bû ji stafê diwazdehan di dema berpirsiyarîya Faris Bawe de, wek kargêrê komîteya liqa duyemîn û berpirsiyarê Dezgeha Karker û Cotkaran bû, di destpêka sala 1973-an de, cara diduyan ji stafê komîteya liqa duyemîn wek kargêr di dema berpirsiyariya Mihemed Qadir Ehmed (1934-2019) de, ku bi navê Mihemed Mela Qadir jî tê naskirin, hat destnîşankirin, di sala 1973an de bû kargêrê komîteya liqa sêyemîn a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), di 1ê Sibata 1974an de nûnerê kongreya Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê bû li Silêmaniyê.
Di sala 1974an de, mamostayê bername û rêzikên navxweyî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û kongreyên wê bû di kursa şeşemîn ya dibistana kadroyan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de li gundê Zînwêya Şêxî yê parêzgeha Hewlêrê, di sala 1974an de berpirsê Mekteba Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1983an de ji ber peywendiya xwe bi Partiya Sosyalîst a Kurdistanê re ji aliyê dezgeha hewlgirî (îstixbarat) ya rejîma Sedam Husên (1937-2006) ku bi navê Saddam Tikrîtî tê naskirin hat girtin û piştî ku hat girtin rastî îşkenceyên giran hat, di 24ê Mijdara 1983an de li zîndana Kerkûkê hat bidarvekirin û termê wî ji aliyê berpirsên hikûmeta Iraqê ve li cihekî nediyar hatibû veşartin, roja şemî 9ê Nîsana 1994an, Komîteya liqa duyem a Hewlêrê a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) merasimeke sersaxiyê bo wî saz kir.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.
-
Şiwan Mihemed Emîn Taha Xoşnaw, Hewlêr di navbera salên 1963-1970 de: lêkolîneke dîrokî li ser rewşa siyasî, (Hewlêr, çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, 2016), r. 157, 171, 186, 202, 256.
-
Îsmaîl Tenya, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê rabûn.. ketin.. dabeşkirin, (Hewlêr, Çapxaneya Rojhilat, 2019), r. 23-24, 27-28, 30, 34, 41, 45, 77, 79-80, 83-86, 314 – 315.
-
Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (westgehên sereke) 1946-1993, (Duhok, Çapxaneya Xebat, 1998), r 91.
-
Xurşîd Şêre, Xebat û Xwîn Bîranînên Salên Têkoşîna Pêşmergatiyê, (Hewlêr, Çapxaneya Hacî Haşim, 2015), r 208.
-
Ehmed Şerîf Lek, Şîroveya Bûyerên Dîrokî, Berg 2, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2019), r 212.
-
Dîroka Kursên Kadroyên PDK, Ji Çiya Ber Bajar, (Hewlêr - Navenda xwendin û Lêkolînên û Akademiya PDK - Çapxaneya Rojhelat - 2019), r 54.
-
Zozan Salih El-Yûsfî, Ramanên Ji Bîra Min, (Tirkiye - Çapxaneya Kalkan - 2018 M.Z.), r. 494-495, 576.
-
Seîd Nakam, Bîranînên Seîd Nakam, (Hewlêr, Weşanxaneya Aras, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2003), r 235.
-
Selam Ebdulkerîm, Jiyana Siyasî li Başûrê Kurdistanê 1975-1991, (Silêmanî, Weşanxaneya Çarçira, 2011), r. 43, 112.
-
Elî şingalî, Rastiya Karwanê Şoreşa 11ê Îlona 1961ê, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2013 z.), r 292.
-
Biryara Encumena Serkirdayetiya Şoreşê jimare 217, Rojnameya Elweqaî ya Îraqî, Wezareta Dad, hejmar 2641, sala bîstemîn, Bexda, Duşem, 06.03.1978, r 5.
-
Liqa Duyem, Liqa Duyem Di Nîv Sedsala Têkoşînê de, (Hewlêr - Çapxaneya Aras - 2010), r 40.
-
Mihemed Elî Îsmaîl, Bîranînên min heftê sal in û zêdetirî nîv sedsalê têkoşîn, (Bê Cih - 2019), r 84.
-
Mihemed Mela Qadir, Serborday Nemiran, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2014), r. 26-28, 203.
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdehiyê - 2002), r 253.
-
Mele Farûq Şuwanî, Hemû Kurd, Bergê 1, (Hewlêr, Çapxaneya Çandî, 1997), r 117.


