Enwer Hemeemîn Mewlûd di sala 1964an de li qezaya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, rûniştvanê Seyîdsadiq bûye û xwediyê dikanekê bûye li nav bazarê, heta qonaxa seretayî xwendiye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Seriyazê niştecî bûye. 

Sala 1978an bûye Pêşmerge di beşa rêkxistina hêza Surênî ya Lîjneya Navçeyê ya Derbendîxanê ya ser bi lîqa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, piştre hatiye veguhestin bo batalyona Şehîd Ebûbekir Banî Benokî û bûye nivîskarê batalyonê, piştre vegeriyaye baregeha hêzê û pileya rêberê siyasî yê hêza Surênî wergirtiye û bûye serpereştiyarê şaneyên nihênî yên nav qezaya Seyîdsadiq. 

Beşdarî şerê benzînxaneya Seyîdsadiq, şerê çiyayê Seyîdsadiq, şerê Siyamêwe, şerê Dalanî û Mile Xurd, çalakiyên partîzaniyên deşta Şarezûrê kiriye.

Di 30ê çiriya pêşîn a 1981ê de Enwer Hemeemîn Mewlûd ji bo cîbicîkirina karekî rêkxistinê rû kiriye nav qezaya Seyîdsadiq, piştî encamdana karê xwe û vegerê ketiye nav kemîna hêzeke Yekîtiyê û Şehîd bûne.   

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê