Jînenîgarî

Yasin Mihemed naskirî bi Erefe Yasin Doskî sala 1932an li gundê Bêrê yê ser bi qezaya Amêdiyê ji dayik bûye, endamê navenda polîsan a Sersingê bûye, paşê bûye erefe û bo Mûsilê hatiye veguhestin, du meh li Hewlêrê maye, erkê parastina sînorê di navbera Kêleşîn û Xnêre de girtiye ser xwe, ji aliyê hikûmetê ve pileya serê erefeyan jê re hatiye dayîn, salek û şeş mehan li navenda polîsan a Şêrwanê xizmet kiriye, careke din bi daxwaza Şêx Ehmed Barzan bo navenda Têlê hatiye veguhestin, paşê careke din ji aliyê hikûmetê ve bo navenda polîsan a Şêrwanê hatiye veguhestin, bo dema neh mehan fermandeyê mefrezeyê li Barzan bûye, bi hinceta dijberiya wî bo rêveberê polîsan ê herêma Barzan careke din bo navenda Têlê hatiye veguhestin, sala 1975an penaberî Îranê bûye û li komelgeha Zêwe niştecîh bûye, di 22ê sibata 1992an de koça dawî kiriye. 

Rûpelên têkoşînê  

Erefe Yasin Doskî sala 1960an tevlî Hêzên Pêşmerge bûye bi hemû endamên polîsan ên navendê re bi çek û cebilxane û amûrên radyoyê ve, di Şoreşa Eylûlê sala 1961an de fermandeyê mefrezeyê di hêza Siwar Axa de bûye, beşdarî şerê yekem li çiyayê Şêrwan bûye, piştî rizgarkirina herêma Behdînan ji aliyê rêber Mistefa Barzanî bûye alîkarê fermandeyê hêza lêdanê Mihemed Emîn Mîrxan beriya ku berê xwe bide herêma Soran, û beşdarî şerên herêma Behdînan bûye, ji wan şerê Bêtinûr, Qumrî, Kanî Belav, Zêwke, Bêsifke, Derya, Kemka, Germava Hacî Axa, Lûmana, Zawîte, Serî Zeh, Siwar û Spîndar, Serî Etruş, Kêversor, Kulebihî, Telbezîne, Nehlê, Serî Akrê.

Sala 1962an berê xwe daye herêma Soran û beşdarî şerên tengava Bêşî, Birsêrbin, Dergelê bûye, û 42 rojan dorpêça serayên Gelale û Çoman û keleha Rayat girtine û bi fermana Erefe Yasin bo kontrolkirina kelehê tunêlek di bin erdê de kolane, berpirsiyarê hêzê li çiyayê Siyako bûye, beşdarî şerê çiyayê Gerdin Hûşter bûye, bi fermandeyiya Erefe Yasin qeymeqam û rêveberê nahiyeya Mêrgesor hatine girtin, û hemû kelûpel û pêdivî hatine desteserkirin. 

Di 13ê tîrmeha 1963an de di êrîşa hêzên Artêşa Iraqê bo ser Hêzên Pêşmerge li Sêbelikê fermandeyê yek ji serayên Pêşmerge bi fermandeyiya Eqîdê Rêk Ebdulkafî Nebewî bûye, û beşdarî şerên Sêbelik û Derbendê Korê bûye. 

Sala 1963an berpirsiyarê herêma Sêbelik bûye û di şerekî li ser rêya Xelîfan - Sêbelik de karîne hemû endamên yek ji fujan bigirin. Sala 1963an di şerê deşta Hewlêrê de birîndar bûye û piştî wergirtina dermankirinê vegeriyaye herêma Hawdiyan, beşdarî şerên Hawdiyan, Ziravê Derî, Mizne, Şitnê, Lêlok, Xirden, Bêsterî, tengava Wajiyê, deşta Gorto, Kûlana Derî, Tel Bêrsiyavî bûye, û cara duyem birîndar bûye, bi fermana rêber Mistefa Barzanî baregeha xwe bo Gelale û Deşta Şehîdan veguhestiye, û beşdarî şerên Omer Qum, Gemû, Sêrî, çiyayê Bar bûye, fermandeyê eniyê bûye û beşdarî şerê Hafiz bûye, vegeriyaye tengava Bêşî, û li wir beşdarî şerên Girê Omer Axa, Xelfê Badliyan, Serokanî Diyana, Sertîz, Zozik bûye.

Sala 1966an bûye fermandeyê fuj û fermandeyê Hêzên Pêşmerge bûye di şerê çiyayê Zozik û Girê Omer Axa de, Hêzên Pêşmerge sala 1967an bi fermandeyiya Erefe Yasin karîne navenda hêzên Hêran ên gerok li gundê Sethindare kontrol bikin, sala 1970an bûye fermandeyê seriyê di fujê dehem li Kanî Semaqok di nav pêkhateyên fujên sînor de, piştî destpêkirina şeran dîsa bûye berpirsiyarê eniya Torz û li wir çavdêriya gelek şeran kiriye, û cara sêyem û çarem birîndar bûye, bi fermana rêber Mistefa Barzanî sala 1970an bûye fermandeyê hêzan, piştî şikesta 1975an bûye endamê Komîsyona çavdêriya penaberan li kampa Zêwe.       

Erefe Yasin beşdarî Şoreşa Gulanê û Rêveberiya Demkî bûye û berpirsiyarê navçeya Nêrwe û Rêkan û Doskî Jorî bûye û beşdarî şerên salên (1976-1979) bûye, sala 1979an beşdarî Kongreya Nehem a Partiya Demokrat a Kurdistanê bûye, sala 1952an di dema rêkxistina Hêzên Pêşmerge de fermandeyê hêzên 57 û endamê rêveberiya operasyonên herêmên Şino û Kêleşîn bûye, û sala 1983an bi fermana Serok Mesûd Barzanî bûye berpirsiyarê navçeya Doskî Jorî di nav sînorê Herêma Yekem de, û bi fermana Serok Mesûd Barzanî sala 1986an bûye endamê karê yê Komîsyona navçeya Gulan û çavdêrê beşa leşkerî heta sala 1987an, sala 1988an beşdarî şerê Xwakûrk bûye û endamê rêveberiya operasyonên Xwakûrk bûye, herwiha berpirsiyarê beşa leşkerî di nav sînorê Şaxa Yekem de bûye, ligel ku berpirsiyarê tewereya Sîdekan bûye. 

Çavkanî:

Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, Bergê Sêyem Beşa Yekem, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, Hewlêr, 2004, r7, 134, 136.

Yûsif Sebrî û Dilovan Mistefa, Bo azadiya welatî, Beşa Yekê, Çapxaneya Xanî, Duhok, 2012, r231, 277.

Di bîranîna şeşemîn salvegera koça dawî ya fermandeyê qehreman Erefe Yasin Doskî de, Rojnameya Birayetî, hejmar 2532, Hewlêr, Duşem 23/sibata/1998, r6.