Esed Xoşewî Awdiş sala 1918 li gundê Sîlkê yê ser bi şaredariya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, ji ber xirabûna barûdoxê navçeyê û nebûna dibistanan xwendina xwe temam nekiriye, sala 1932 di çarçoveya Şoreşa Yekem a Barzan (1932-1933) ligel malbata xwe ji aliyê hikûmeta wê demê ya Îraqê ve bo bajarên Teleferê li nêzîkî bajarê Mûsilê, Felûce, Hît, Rumadî hatine veguhastin, sala 1932 cezayê darvekirinê jê re derketiye lê ji ber ku temenê wî di bin 18 salî de bûye, cezayê wî nehatiye cîbicîkirin, sala 1936 piştî ku du birayên wî bi navên Xelîl Xoşewî û Selîm Xoşewî hatine şehîdkirin, ji girtîgeha Mûsilê hatiye azadkirin û ligel malbata xwe vegeriyaye gundê Sîlkê. Piştî demekê û ji bo cara duyem tên dûrxistin bo Akrê li gundê Bîrekepra, li ser raspardeya Şêx Ehmed û Mela Mistefa çûye cem Şewket Aẍayê Bîrekepriyê daku wezîfeyeke hikûmî werbigire û bi pêşniyara Şewket Aẍa dibe berpirsiyarê polîsên Bîrekepra. Du caran zewiciye, cara yekem ligel Esma Nebî ku kurek û du keçên wan hebûne bi navên Selîm, Ke'bet, Muteber û cara duyem ligel Asya Behram Nûrî Beg ku kurekî wan hebûye bi navê Mihemed.
XebatnameSala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) kiriye, di 15ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Bîrekepra bûye û di girtina binkeyên polîsên navçeya Barzan de beşdar bûye. Sala 1945 berpirsiyarê dorpêçkirina serbazgeha Bilê û dabînkirina azûqeya bereya Akrê bûye.
Bi sedema beşdariya di Şoreşa Duyemîn a Barzan de di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.
11ê çiriya pêşîn a 1945an piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê û li navçeya Tergewerê niştecî dibe, li ser biryara encûmena urfî ya serbazî li Hewlêrê bi hejmara 98 ku di 1ê kanûna pêşîn a 1945an de derketiye, bi piştrastbûna bi madeya 11 hejmara 18 ya sala 1935an fermana darvekirin û zeftkirina milk û malên giştî jê re derketiye, di 31ê adara 1946an de di rêzên hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê xizmeta pêşmergatiyê kiriye û di şerên bereya Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê de beşdar bûye, sala 1946 ji aliyê jeneral Mistefa Barzanî pileya eqîdî jê re hatiye bexşîn, piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê di sala 1947an de berpirsiyarê bereya berevaniya Mergewerê bûye, di 15ê nîsana 1947an piştî biryara vegerê ligel hêza jeneral Mistefa Barzanî li çemê Gaderê derbas bûye û vegeriyaye Kurdistanê Îraqê û di wê demê de hêz dabeşî pênc beşan dibe û navbirî dibe berpirsiyarê yek ji wan beşan, di 6ê gulana 1947an de beşdarî civîna gundê Ergoşî bûye.
Di 23ê gulana 1947an de yawerê Barzanî bûye ber bi Yekîtiya Sovyetê, di 28ê gulana 1947an de li ser daxwaza Mîrhac Ehmed beşdarî civîna dariştina bernameya rêçika wî kiriye li gundê Cirmê, di 9-11ê hezîrana 1947an de beşdarî şerên Geliyê Qetur û pira Makoyê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navneteweyî yê Îran û Yekîtiya Sovyetê derbasî aliyê Yekîtiya Sovyetê bûye. Di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li Nexçewana Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke ser vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan dihat kirin. Dûre li ser biryara Yekîtiya Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin.
Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an hatine veguhastin bo kampên Bakoyê li Komara Azerbaycanê û di 22ê kanûna pêşîn a 1947an de bûye fermandarê fewcê û di 23ê heman salê de cilên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Rojane bo dema çar saetan li ser destê hinek ji hevalên xwe zimanê kurdî fêrî wan dikirin.
Di 29ê tebaxa 1948an ligel gişt hevalên xwe ji Komara Azerbaycanê hatine veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî berdewamî bi meşqa serbazî dane, meha adara 1949an ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi firokeyan hatine veguhastin bo girava Mûnyak li navenda gola Orallê û di nav kargeha masî de rojane heşt saetan kar kiriye. Meha çiriya paşîn a 1951ê navbirî vedigere bo Vrîvîskî, sala 1954 ligel Mela Mistefa Barzanî li Taşkendê çû bo Moskowê bo çareserkirina nexweşiya xwe.
Di 21ê tebaxa 1958an yawerê Mistefa Barzanî bûye bo Romanya, Çîkoslovakiya û dûre Qahîreya paytexta Misirê û di 6ê çiriya pêşîn a 1958an de li firokexaneya serbazî ya Musenna gihîştine Bexdayê, dûre li ser fermana Mistefa Barzanî vegeriyaye Yekîtiya Sovyetê daku hevalên Mistefa Barzanî agahdar bike ku vegerin Başûrê Kurdistanê, di 16ê nîsana 1959an ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê ji aliyê desthilatdarên Komara Îraqê ve ketiye ber lêborîna giştî û bi piştrastbûna bi madeya dehemîn a birgeya 1 babeta 73 ku ji aliyê encûmena wezîran ve bi piştrastbûna bi yasaya hewarkirî ya hejmara 19 ya sala 1959an di dîroka 25ê sibata 1959an de bo wî û hevalên wî derketiye.
Di 11ê îlona 1961ê de beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, di 21ê çiriya pêşîn a 1961ê de alîkarê şexsî yê Mistefa Barzanî bûye li navçeya Nêrwe, dûre hatiye kirin pasewanê taybet ê Mela Mistefa Barzanî, di 12ê sibata 1962an li ser biryara Mela Mistefa Barzanî Dibû fermandeyê leşkerî yê Badînanê, sala 1962 binkeyeke bêtêl li navçeya Berwarî Bala di bin fermana wî de bû, di 16ê gulanê 1963 de beşdarî civîna Koyê bû bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî ku li ser çawaniya rêkevtinê li ser mafê neteweya Kurd bû. Sala 1963 bû fermandeyê navçeya Amêdiyê (Duhok), sala 1964 fermandeyê leşkerî yê yekê yê Badînanê bû, di 13ê adarê 1974 de bû fermandeyê leşkerî yê yekê ku baregeha wê li Zêwê bû û beşdarî şerê Gerûyê Omer Axa bûye.
Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Îlonê wek penaber berê xwe dide welatê Îranê û li bajarê Kerecê niştecih dibe, sala 1976 li ser fermana Mela Mistefa Barzanî alîkariya Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî kiriye ji bo rêkxistina mefrezeyên Pêşmerge ji bo destpêkirina Şoreşa Gulanê û çendîn mefrezeyên Pêşmerge di nav penaberên aware de pêk aniye, bi alîkariya Kurdên Rojhilat, Bakur û Rojava şandine Başûrê Kurdistanê, di 31ê gulanê 1977 de bi sedema nexweşiyê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Tehranê koça dawî kiriye û di 1ê hezîranê 1977 de li goristana bajarê Şino li Rojhilatê Kurdistanê hatiye veşartin.
Çavkanî:
1- Çavpêketina kovara Metîn, hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîrhatinêt xwe vedigêrit, beşê yekê, kovara Metîn, lqê yekê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 47, xula sêyê, Duhok, çapxana Hawar, kanûna yekê 1995.
2- Çavpêketina kovara Metîn, hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîrhatinêt xwe vedigêrit, beşê duyê, kovara Metîn, lqê yekê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sêyê, Duhok, çapxana Hawar, kanûna duwê 1996.
3- Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekê, (Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
4- Dana Adams Şmîdt, Seferêk bo nav piyawê azakani Kurdistan, wergêrana Ebûbekir Salih Îsmaîl, (Duhok - dezgeha lêkolîn û belavkirina Mukriyanî - çapxaneya Xanî - 2008z).
5- Zerar Silêman Beg Dergelêyî, Bîreweriyekanim le salanî 1943-1977da, (Silêmanî - çapxaneya Rehend - 2002).
6- Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarî sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - çapxaneya Rojhelat - 2013).
7- Şefîq Husên Şetunsî, Çavpêketineke digel Pêşmergeyê şoreşa Îlona mezin (Muhemmed Yehya Hesen Berwarî), kovara Dengê Pêşmerge, organê mekteba giştî ya rêkxistina Pêşmerge, hejmar 142, Hewlêr, çapxaneya Aras, kanûna duyem 2010.
8- Omer Farûqî, Serdar Dana zindegî û mubarizat-ê merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - çapxaneya Wezareta Perwerdehiyê - 2002).
9- Elî Tahir Xorkî lidor salvêgera 32 saliya şoreşa 26ê Gulana nîştimanî û pêşkeftinxwaz, kovara Dengê Pêşmerge, organê mekteba giştî ya rewşenbîrî û ragihandina Pêşmerge, hejmar 122, Pîrmam, çapxaneya Rewşenbîrî, gulana 2008.
10- Elî Kemal Kerîm Berzî, Kesayetî nawdaranî Kurd sedeyî bîstem, berga yekê, (Hewlêr - belawkirawey projeyî Berzî - çapxaneya Zankoy - 1999).
11- Arşîvî desteyî înskilopediyayî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





