Jînenîgarî

Ezîz Huseyn Mihemed Murad, di sala 1967an de li gundê Kanî Kewê yê devera Şemîran a ser bi qezaya Derbendîxanê ji dayik bûye, niştecihê nahyeya Sîrwan bûye û xwendekarê qonaxa navendî bûye, di sala 1987an de Şehîd bûye.

Xebatname

 Ezîz Huseyn Mihemed, di sala 1985an de bûye Pêşmerge li Herêma Pênc a Şarezûrê, ku di wê demê de Nûrî Heme Elî fermandeyê herêmê bûye.

Şehîd Ezîz Huseyn Mihemed di nav niştecihên deşta Şarezûr û qezaya Şarezûr de navê Pêşmergeyê takane lê hatiye kirin, bi sedema zêde encamdana çalakiyên partîzanî bi tenê, ku piraniya deman di hewla lêdana derbeyên kujer de bûye li caş û karbidestên rejîma Beis li nav bajêr û navenda nahyeyên wê deverê.

Di 7ê gulana 1987an de serbaz û caşên rejîma Beis êrîşeke berfireh kirine ser sengerên Pêşmerge li çiyayê Surên, di encamê de Ezîz Huseyn Mihemed fîşek li wî ketiye û Şehîd bûye.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.