Kesayetiya serbazî û Siyasetmedar Fereydûn Mihemed Ebdulrehman, nasrav bi Fereydûn Cewanroyî û Fereydûn Beg Wekîlî, sala 1968an peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, nûnerê kongreyên nehem 1979 û dehem 1989 bûye û sala 1999an di Kongreya Duwazdehêm da bûye endamê Komîteya Navendî û sala 2010an di Kongreya Sêzdehêm da bûye endamê Encûmena Serkirdatiyê û di yekemîn civîna Encûmena Serkirdatiyê de wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, hilgirê medalyaya Barzanî yê nemir e.

Jînenîgarî

Fereydûn Cewanroyî sala 1950an li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Derçûyê qonaxa navendî ye. Sala 2015an li ser rêya Hewlêr-Mûsilê di dema erka pêşmergayetiyê de li bereyên şerê dijî DAIŞê ji aliyê desteyekê ve hatiye terorkirin. Şarezayê zimanên Kurdî û Farsî bûye.

Xebatname

Fereydûn Cewanroyî sala 1968an peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, Cewanroyî beşdarî çendîn şer û rûbirûbûnên dijî artêşa dagîrker a Îraqê bûye û çend caran birîndar bûye, navbirî ji ber jêhatîbûn û wêrekiya di erk û çalakiyên ku jê re hatine spartin, çendîn pile û berpirsiyarî di nav Hêzên Pêşmerge de wergirtine.

Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide welatê Îranê û sala 1979an bo cara duyem peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û di Şoreşa Gulanê da fermandeyê herêmê û paşê cîgirê fermandeyê artêşa sêyem bûye û dûre hatiye kirin cîgirê fermandeyê Kerkûk – Silêmaniyê.

Nûnerê kongreyên nehem 1979 û dehem 1989 bûye û sala 1999an di Kongreya Duwazdehêm da bûye endamê Komîteya Navendî û sala 2010an di Kongreya Sêzdehêm da bûye endamê Encûmena Serkirdatiyê û di yekemîn civîna Encûmena Serkirdatiyê de wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Sala 1991ê berpirsiyarê mihwerê yekê yê raperîna Başûrê Kurdistanê bûye ku deverên Çemçemal, Baziyan, Derbendîxan, Kelar, Kifrî û Xaneqînê dihewand, sala 1992an hatiye kirin cîgirê fermandeyê fermandetiya Kerkûkê di Hêzên Artêşa Yekgirtû ya Kurdistanê de, sala 1994an hatiye kirin fermandeyê Artêşa Rizgariyê ya ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê, salên (1997-2003) fermandeyê fermandetiya Silêmanî – Kerkûkê ya fermandetiya Leşkerî ya Kurdistanê bûye, sala 1999an hatiye kirin fermandeyê fermandetiya her sê artêşên Kerkûkê û Artêşa Hemrînê li Germiyanê û Artêşa Rizgariyê li Silêmaniyê.

Sala 1996an wek rêzgirtin li xebata wî di Şoreşa Eylûlê، Şoreşa Gulanê û raperîn û qonaxa serweriyê, ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve medalyaya Barzanî yê nemir jê re hatiye bexşîn.

Sala 2004an hatiye kirin berpirsiyarê lijneya liqa duwazde ya Helebceyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û sala 2014an ji aliyê serok Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê ve wek berpirsiyarê mihwerê Xazir dijî hêzên DAIŞê hatiye destnîşankirin.

Sala 2015an li ser rêya Hewlêr-Mûsilê di dema erka pêşmergayetiyê de li bereyên şerê dijî DAIŞê ji aliyê desteyekê ve hatiye terorkirin, bi boneya şehîdbûna wî serok Mesûd Barzanî pirseya xwe arasteyê gelê Kurdistanê kiriye.

 

Çavkanî: