Fetah Elî Reza Umer Di sala 1962an de li gundê Aşokanê yê ser bi devera Beranetiya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê tevahiya malbata wî awareyê welatê Îranê bûne û heta sala 1991ê derfeta vegerê ji wan re çênebûye û li bajarê Neqede nîştecî bûne, Şehîd Fetah Elî xwediyê pênc birayên şehîd e bi navên Şehîd Ekrem Elî Reza di sala 1974an de, Şehîd Eskender Elî Reza di sala 1983an de, Şehîd Ferhad Elî Reza di sala 1983an de, Şehîd Telhet Elî Reza di sala 1988an de û Şehîd Rezaq Elî Reza di sala 1988an de. Fetah Elî zewicî bûye û hevjîna wî navê wê Nermîn Nadir bûye û xwediyê kurek û sê keçan bûye bi navên Qabîl, Zara, Sakar û Arezû.
XebatnameŞehîd Fetah Elî di sala 1980an de bûye Pêşmerge di mefreza partîzanî ya liqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku di wê demê de Şehîd Ferhad Elî yê birayê wî fermandeyê mefrezeyê bûye, di sala 1982an de li Hacî Omeran di rûbirûbûna bi serbazên rejîma Beis re fîşek bi raniya wî ya rastê ketiye û birîndar bûye, di sala 1983an de piştî şehîdbûna Ferhad Elî yê birayê wî, li şûna wî serpereştiya wê mefreza partîzanî kiriye û berdewamî bi xebata xwe dane heta sala 1986an ku bi fermî fermana bûna bi fermandeyê mefrezeyê ji bo wî hatiye.
Di dîroka 16ê gulana 1988an de Şehîd Fetah Elî û şeş hevsengerên wî bi navên Şehîd Telhet Elî Reza, Şehîd Rezaq Elî Reza, Şehîd Mehemed Ren û Şehîd Xelîl diçin ser rêya karwanekî serbazî yê rejîma Beis ku ji bo Enfalakirina çend gundan rû li wê deverê kirine, piştî saetekê ji rûbirûbûna bi hêza Beis re û rêgirtina li wan, di encamê de her heft Pêşmerge winda bûne û ti şopên wan nînin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




