Şehîd Feyisel Ebdullah Hemed Emîn di sala 1969an de li gundê Qelîtanî yê bajarokê Sîdekan a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xwendewarî hebûye, jiyana hevserî pêk anîbû, piştî raperîna Başûrê Kurdistanê di sala 1991an de peywendî bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike, paşê dibe Pêşmerge di artêşa 6ê ya Soran de û piştî demekê kêm tê kirin cîgirê batalyonê, ji ber jêhatîbûnê di sala 1996an de tê kirin endamê mihwerê Sîdekan û beşdarî piraniya şerên bergîrîkirin li serweriya yasayê dibe, di roja 18ê Hezîrana 1998an de bi destê çekdarên PKKê di şerê bergîrîkirin li serweriya yasayê de li çiyayê Seqer li devera Sîdekan Şehîd bûne.

Çavkanî:

1-Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.