Şehîd Sabir Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê bû, di sala 1978an de li gundê Kanî Jenan ê parêzgeha Helebceyê di dema bêhnvedanê de ket nav komployeke xirab a hêzên Yekîtiya Niştimanî û Sabir û pênc hevalên wî Şehîd bûne. 
Sabir Ebdulkerîm Mihemed di sala 1955an de li gundê Pişte yê herêma Tagozî ya ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundî bû û di çandiniyê de dixebitî.
Di sala 1976an de tevlî Hêzên Pêşmerge bûye li cem Qadir Heme Salih Tagozî, ku fermandeyê seriya çaremîn a fujê şeşemîn bû, Hêzên Xebat ên ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê. 
Yek ji hêzên Yekîtiya Niştimanî komployeke xirab cîbicî kir ji bo hevdîtin û gotûbêjkirinê bi Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re li wê herêmê, bi taybetî li dijî Qadir Heme Salih Tagozî ku fermandeyekî wêrek û navdar bû li wê herêmê, lê Qadir Heme Salih Tagozî mefrezeyeke Pêşmergeyan bi fermandariya birayê xwe Ezîz Heme Salih û bi hevaltiya Pêşmerge Sabir Ebdulkerîm şand, piştî gerêke ji gotûbêjan û xwarina şîvê li yek ji malên gund, mefrezeya Partiya Dêmokrata Kurdistanê biryar da ku li gund bimîne, lê hêzên Yekîtiya Niştimanî ku hejmara wan ji Pêşmergeyên Partiyê zêdetir bû, di derengiya şevê de êrîşî wan kirin û di encamê de Sabir Ebdulkerîm Mihemed û pênc hevalên wî Şehîd bûne ku ew in: (Ceifer Mehdî, Hemîd Mihemed Qadir, Mihemed Kerîm, Ezîz Gulanî, Îbrahîm Şemîranî) û (Ehmed Ebdulrehman) bi giranî birîndar bû, herwiha Ezîz Heme Salih Tagozî ji aliyê

hêzên Yekîtiya Niştimanî ve hat girtin.

Çavkanî:

Arşîva Heyeta Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.