Şehîd Heme-Elî Mihemed Seîd di sala 1942an de li gundê Xerpanê yê ser bi nahyeya Biyareyê ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê ajeldarî bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, Heme-Elî xêzandar bûye û navê hevjîna wî Xonçe Ebdulla bûye û xwediyê keçekê bûye bi navê Meryem. 

Sala 1965an bûye Pêşmerge li Pela Elî Reşaş ku ser bi Leqê 5ê Huseyn Begê Cewanroyî yê batalyona 7ê Biyareyê ya Hêzên Xebatê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, ku di wê demê de Cemal Namîq fermandeyê batalyonê bûye. 

Beşdarî şerê Derbendîxanê, şerê Şinrwê, şerê Berde Reşan, şerê Sîrwanê, şerê Balamboyê kiriye.

Sala 1969an li gundê Dêkonê yê Deşta Şarezûrê, koma Îbrahîm Ehmed bi hevkariya serbazên rejîma wê demê ya Îraqê êrîş kirine ser sengerên Hêzên Pêşmerge, di encama vê êrîşê de Heme-Elî li sengerê berevaniyê de Şehîd bûye. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.