Jiyanname

Mihemed Emîn Mihemed Elî Salih Silêman ku bi navê Heme Emîn Beg jî tê naskirin, di 24’ê Tîrmeha 1924’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye, ji malbata xanedanên Silêmaniyê ye ku yek ji malbatên herî kevin ên Silêmaniyê ye, di 25'ê Cotmeha 1948'an de bi pileya çavdêriya pîşeyî di Midûriyeta (Karên Giştî) de wek karmendê demkî hat damezrandin, di 27ê Adarê de wekî karmendek daîmî hate damezrandin.

Di sala 1953an de li zanîngeha Michigan a Emrîkayê di warê endezyariya şaristaniyê de master wergirt, di sala 1956an de wek rêvebirê rêyên parêzgeha Emmare li başûrê Iraqê hat damezrandin, di sala 1959an de endamê komîteya rêveber a sendîkaya endezyarên Iraqê bû, di 21ê Gulana 1958an de wek endezyar ji bo rêvebirya rêyên parêzgeha Hilê hate veguhastin, di 4'ê Cotmeha 1958'an de ji bo rêvebirya rêyên parêzgeha Diyalayê hate veguhastin, di 12'ê Îlona 1961'an de ji bo rêvebirya Rûniştina Giştî li bajarê Bexdayê hat veguhestin, di 27ê Cotmeha 1963an de vekişîna xwe ji kar pêşkêş kir, di 26’ê Adara 1967’an de bi biryarnameyeke komarê wek rêveberê giştî yê avakirin û dubare bi rêxistinkirna bakur hat damezrandin, di Mijdara 1967 de, ew endamê komîteya hilbijartina fermanberan ya Wezareta Karûbarên Bakur bû, di 5’ê Nîsana 1969’an de pileya wî bo Serokê Endezyariyê hat bilindkirin, di 18’ê Tebaxa 1970’an de bi fermana Civata Serkirdayetiya Şoreşê bû rêveberê giştî yê Wezareta Karên Bakur di kabîneya Ehmed Hesen Bekir (1914-1982) de, di 31ê Kanûna yekem a 1970an de endamê Komîteya Bilind a Plansaziya Avakirin û Pêşxistina Kurdistanê bû, di sala 1972an de serpereştiya avakirina 30 hezar xaniyan li Başûrê Kurdistanê bo malbatên şehîdan û pêşmergeyan kir.

Di sala 1975'an de dema ku li gerê bû di qezayeke trafîkê de bi giranî birîndar dibe, di sala 1975’an de piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê wek penaber koçberî Îranê bû, di sala 1977 de ji bo dermankirina nexweşiyê çû Londonê, di 9ê Gulana 1979an de li nexweşxaneyek Londonê dûrî malbat û welatê xwe piştî şerekî dirêj bi penceşêrê re koça dawî kir û li ser pêşniyara xwe cenazeyê wî birin Silêmaniyê û li goristana Girê Seywan spartin axê, di 14ê Îlona 1980 hat malnişîn kirin, bi kurdî, erebî, îngilîzî û farisî baş dizanibû.

Xebatname

Di sala 1949an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bûye, di dema xebata eşkere ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) di serdema desthilatdariya Ebdulkerîm Qasim (1914-1963) de, nûnerê PDKê di Sendîkaya Endezyarên Iraqê de bû, di sala 1963an de tevlî refên Hêzên Pêşmerge bûye, dala 1963 bû endamê komîteya Liqa pênc, di sala 1964an de bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê Kongreya şeşemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, di sala 1964 de bû endamê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê, di sala 1964an de bû endamê Mekteba Cîbicîkar a Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê, di dawiya sala 1965an de wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di 15’ê Nîsana 1967’an de di bin çavdêriya Serok Mistefa Barzanî de wek endamê Mekteba Cîbicîkar ya Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê, beşdarî konfêransa leşkerî-siyasî li Kanî Simaqê (Hewlêr) bû.

Di sala 1970 de nûnerê Kongreya Heştemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di 29ê Îlona 1971ê de li gundê Hacî Omeranî yê ser bi parêzgeha Hewlêrê, beşdarî gotara Serok Mistefa Barzanî (1903-1979) bû ya piştî hewla xwekujiyê ya hikûmeta Iraqê bo kuştina Serok Mistefa Barzanî, di sala 1972an de nûneratiya liqê pêncem yê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) kir û bi termê Şêx Letîf Hefîdî re ji Bexdayê çû Silêmaniyê, di sala 1972ê de Serok Mistefa Barzanî bi nûnertiya xwe şandeke Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) ligel Salih Ebdullah Necmeddîn (1918-1981) naskirî bi Seyda Salih Yousfî, Endazyar Nûrî Sadîq Elî (1922-1981) naskirî bi Nûrî Şawês. û Endezyar Elî Ebdullah Emîn dişîne Silêmaniyê heta ku beşdarî merasîma sersaxiya Latîf Mehmûd Seîd, ku bi navê Şêx Letîf Hefîd jî tê naskirin, cîgirê yekem ê Partiya Dêmokrat a Kurd de bikin. 

Di sala 1973’an de kagêrê komîteya liqa pêncem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû, di 8ê Nîsana 1973an de wek endamekî komeleya dostaniya Iraq û Sovyetê serdana Moskovayê kir, di 9ê Nîsana 1973an de li Moskovayê beşdarî şahiya yek saliya Peymana Hevkariya Iraq û Sovyetê bû û di serdana xwe ya bo Komara Ozbekistanê a Sovyetê de, spasiya berpirsan ji bo mêvanperweriya rêhevalên Mistefa Barzanî kir, di destpêka sala 1974an de, bo cara duyem tevlî refên hêzên Pêşmerge bû, di sala 1974an de, bi fermana Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê a Partiya Beis a Sosyalîst a Erebî, ji aliyê desthilatdarên iraqî ve hemû mal û milkên wî û malbata wî hatin desteser kirin û tevî hejmarek malbatên din, zarok û hevjîna wî di 28’ê Nîsana 1974’an de ji bo sînorê deverên rizgarkirî hatin derxistin, di 24’ê Gulana 1974’an de ji ber tevlîbûna nava refên Şoreşa Îlonê ji aliyê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ve ji kar hate dûrxistin, di sala 1974an de, berpirsiyarê komîteya liqa pênca bû.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

  2. Elî şingalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Beis a Erebî ya Sosyalîst, Beşa Sêyem, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012 Mîladî), rûpel 356, 369.

  3. Fuad Hema Xorşîd, General Şerîf Paşa, (Bexda – Dezgeha Çand û Weşana Kurdî – Çapxaneya Dar El Şûn a Çanda Giştî, 2007), r. 5-6, 10-11.

  4. Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê - Iraq (Westgehên sereke) 1946 - 1993, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998), rû 92, 104.

  5. Shakîb Aqrawî, Salên Tengasiyê li Kurdistanê, Girîngtirîn Bûyerên Siyasî û Leşkerî li Kurdistan û Iraqê ji 1958 heta 1980, Çapa Duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Minare - 2007), r 157.

  6. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013), r. 113-114.

  7. Kopiyek ji nivîsara rêveberiya Karên Giştî, rêveberiya Nûavakirin û Vesazkirina Bakur, 10 Îlon 1967, r 1.

  8. Îsmet Şerîf Wanlî, Kurdistana Iraqê, Nasnameyeke Netewî (Lêkolînek li ser Şoreşa 1961), werger: Sûad Mihemed Xidir, (Silêmanî - Dezgeha Jîn - Çapxaneya Şivan - 2012), r 326.

  9. Elî şingalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Beis a Erebî ya Sosyalîst, Beşa Sêyem, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012), r 369.

  10. Muhsin Dizayî, Bûyerên ku têde jiyayim, Beşa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013 Mîladî), r 175.

  11. Mihemed Mela Qadir, Xebatname Kurte Dîroka Partî û Çanda Barzaniyê Nemir, Çapa 2mîn, (Hewlêr – Weşanxaneya Aras – 2007), r. 21, 65.