Jînenîgarî

Hesen Mihemed Nadir, sala 1961ê li gundê Şîremeřê yê ser bi nahiyeya Xurmalê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û xwendina seretayî li gund temam kiriye, ji bo berdewamkirina xwendina qonaxa navendî rû kiriye nahiyeya Xurmalê û heta pola duya navendî xwendiye, di 25ê Adara 1979ê de rû kiriye welatê Îranê û li wî welatî niştecî bûye, sala 1981ê Şehîd bûne. 

Xebatname

Şehîd Hesen Mihemed di sala 1978ê de bûye endamê şaneya nihênî ya rêxistina Xurmalê ya ser bi lijneya navçeya Helebceyê ya Lqa Çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi sedema çalakbûn û derketina wî ligel rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di 19ê Adara 1979ê de ligel du endamên din ên şaneya nihênî ya rêxistina Xurmalê bi navên Umer Marif û Mehmûdê Hacî Ferec ji aliyê berpirsiyarekî Yekîtiyê bi navê Mamosta Şaho hatine girtin, di berwarî 24ê Adara 1979ê de bi kefaleta rûspiyên deverê hatiye azadkirin. 

Hesen Mihemed Nadir di 25ê Adara 1979ê de li Derbendê Dizlî bûye Pêşmergeyê batalyona heftan a Newrolî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Mihemed Remezan fermandeyê batalyonê bûye, beşdarî di şerê Tepê Çeqlawe sala 1980ê, şerê Sîrwan sala 1981ê, şerê binkeya Xurmalê 1981ê û şerê Çiyayê Şeramê sala 1981ê de kiriye. 

Di 17ê Tîrmeha 1981ê de piştî kontrolkirina sengerên rejîma Beis li Çiyayê Şeramê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve û dîlgirtina 180 efser û serbazên rejîmê, topxaneyên Beisê gelek bi dijwarî topbarana sengerên Çiyayê Şeramê kirine û di encamê de Hesen Mihemed Şehîd bûne. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.