Yekemîn pêngava ji nav birina wî, di girtin û dûrxistina wî de dest pê dike, dema temenê wî sê salî bû, Osmaniyan ji ber şoreşa Şêx Ebdulselam Barzanî, ligel malbata wî di zindana Mûsilê de zindanî dikin û piştre biryara dûrxistina wan bo Silêmaniyê didin. Piştî vê Barzanî digihe temenekî ku destê xwe bide çekê û êdî di şeran de pişta xwe pê girê didin û hêdî hêdî navê wî dikeve ser zarê her Kurdekî.

Yekem: Hewla terora Mela Mistefa Barzanî di sala 1936an de

Piştî damirkirina şoreşa yekem a Barzan û radestkirina Şêx Ehmedê Barzanî û Mela Mistefa Barzanî ji aliyê Tirkan ve bi hikûmeta paşayetî ya Îraqê û destbiserbûna wan û malbatên wan li Mûsilê, herwiha piştî ku Xoşewî Awdiş şoreşa Xoşewî hildigirse, hikûmeta paşayetî û bi taybetî Hisamedîn Cum'e ku wê demê hem rêveberê polîsan bû, hem jî karûbarên parêzgarê berê ku Umer Nezmi bû, birêve dibir, baweriya wan bi wê yekê hebû ku ew Mela Mistefa ye hanê dide bizava Xoşewî û ew îlhama xwe jê werdigirin, lewma di sala 1936an de hewla jehrxwarina Mela Mistefa Barzanî da û jehr ji bo wî kir nav qehweya wî, piştî vê Mela Mistefa Barzanî bo dema du hefteyan bê hiş ket û bi mucîzeyekê ji mirinê rizgar bû.

Di hewla rizgarkirina Mela Mistefa de, ewên navê wan tê: Şêx Ecîl Yawer e û malbata Keşmûle û Ebawîn, herwiha ew dengoya di nav de heye wê demê bijîşkekî Fransî ku li Sûriyê dijîya, rolek hebû di çareserkirina Mela Mistefa de.

 

 

Duyem: Hewla terorkirina Mela Mistefa Barzanî di sala 1961ê de

Piştî hildana şoreşa Îlonê di 11ê Îlona sala 1961ê de û serkeftina Pêşmerge di çend şeran de, hikûmeta Îraqê bi rûkeş hewla nêzîkbûn û danûstandinê ligel serkirdatiya siyasî ya Kurd û bi taybetî cenral Mistefa Barzanî dida, lê di bin re çendîn caran hewla kuştin û terorkirina Mela Mistefa didan û çend caran jî bangewaziya mirin û kuştina Mela Mistefa belav kirin.

Ebdulkerîm Qasim ku bi temamî ji xwe derketibû û hewla çespandina zêdetir a hikûmeta xwe ya takekesî dida li Îraqê û dixwest Mela Mistefa Barzanî dest ji mafên rewa yên gelê Kurdistanê berde û ji bo xwe biçe li Barzan rûne, ji bo vê mebestê nameyekê ji bo Şêx Ehmed Barzanî dişîne û daxwaza wê yekê jê dike ku serok Mistefa Barzanî han bide û ligel wan rûne, Şêx Ehmed jî vê red nake û du nûnerên xwe dişîne cem Mela Mistefa da razî bibe ligel nûnerê Ebdulkerîm Qasim ku Emîd Hesen Ebûdî berpirsê lîwaya pênc bû, bicive. Mesûd Barzanî di beşa yekem a berga sêyem a pirtûka (Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd) vê bi vî awayî vedigêre:

Di 17ê Kanûna Yekem de, hikûmetê cihek li nêzîkî Sersengê ji bo her du gotûbêjkeran diyar kir, lê Barzanî neçû wî cihî û li cihekî nêzîkî gundê Bamernê ma, paşê çend şandî şandin wî cihê ku ji bo civînê hatibû diyar kirin, da li benda gihîştina Hesen Ebûdî bimînin û ligel xwe bibin wî cihê ku Barzanî bi xwe ji bo civînê hilbijartibû. Boçûna wî rast derket û Qasim niyeta wî ew bû, ew û Hesen Ebûdî yê şandiyê xwe jî di cihê hevdîtinê de, bi hev re ji nav bibe. Her ku Hesen Ebûdî cihê xwe hişt û ligel şandiyên Barzanî çû cem Barzanî, çar balafir hatin û cihê wan gelek bi tundî û bi hûrgilî bombebaran kirin. Hesen Ebûdî ew bombebarana tund ji dûr ve bi çavên xwe dît û şermezariyekê giran ew girt û ew helwesta wî heta radeyekê gelek li cem wî giran bû.

Wekî di vê vegotinê de derdikeve, ezmûn û dûrbîniya Barzanî yê nemir planên dijminan pûç kirin û nehişt xwesteka wan bê cih û hewla wan a terorîstî têk çû. Mistefa Barzanî her li wir ji Hesen Ebûdî re gotibû: ''Ez daxwaza tiştekî ji Qasim nakim ku bide min. Bila ew mafên gelê Kurd bide û ez Îraqê cî dihêlim û diçim''.

Sêyem: Hewla terorkirina Mela Mistefa Barzanî di sala 1971ê de

Tevî ku şoreşa Îlonê beşek ji armancên xwe bi dest xistibû, herwiha bo yekemîn car bi fermî dan bi otonomiya Kurdistanê hatibû kirin, lê dijminên Kurdistanê û serok Mistefa Barzanî di hewldanên xwe de neketin û berdewam bûn di plan û pilanên ji bo terorkirina wî de.

Di 15ê Îlona 1971ê de du zanyarên ayînî ku yek ji wan navê wî Ebdulcebar E'zemî zanyarekî ayînî yê sunne bû ligel Ebdulhuseyn Dexîlî ku zanyarekî ayînî yê şîe bû, serdana Mistefa Barzanî kirin û wî jî pêşwaziyeke germ li wan kir. Ew du zanyarên ayînî behsa wê yekê kirin ku ji ber xirabûna rewşa di navbera şoreş û rejîma Îraqê û bandora wê rewşê li ser raya giştî, serdana wan kirine, herwiha ew agahdar kirin ku bi niyaz in helmetekê di nav zanyarên ayînî û xelkê de bi giştî bikin, da ku nakokiyan kêm bikin û ew aştiya ku di holê de ye, bihêztir bikin, ji bo vê jî pêwîstiya wan bi boçûna serok Mistefa Barzanî hebû.

Barzanî raya xwe ji wan re got û hewl û karê wan li cem wî pesend bû û piştgirî da wan. Heta vir karê wan asayî ye, lê ya ku neasayî ye ew e, ew şofêrê ku ew du zanyarên ayînî anîbûn, zilamê dezgeha hewalgiriya Îraqê bû hatibû rêkarên ewlehiyê yên ku tên girtin ji bo parastina Mela Mistefa Barzanî bibîne û bi erdnîgariya navçeyê û baregeha Barzanî jî nas be û bizanibe Barzanî li ku rûdinê û li ku pêşwaziyê li mêvanên xwe dike.

Di 29ê Îlona 1971ê de şandek hatin Hacî Omeran ku ji Ebdulhuseyn Dexîlî, Şêx Ebdulcebar E'zemî, Şêx Ebdulwehab E'zemî, Şêx Îbrahîm Xanim Xuza'î, Şêx Ehmed Hîtî, Şêx Baqir Muzefer, Şêx Xazî Eldilêmî, Şêx Nûr Yasîn, Şêx Ebdulcelîl Elmusewî pêk hatibûn û ji bo wê mebestê hatibûn ku kêşeyên di navbera şoreş û hikûmeta Îraqê çareser bikin. Ev şand bi du otomobîlan hatibûn, yek ji wan Toyota pîkab bû, ya din jî Şevroletê model 1963 bû ku Silêman Kûxî û Mihemed Kamil Îsmaîl şofêrên her du otomobîlan bûn û di heman demê de ser bi dezgeha hewalgiriya Bexdayê bûn. 

Li bazgeha Hacî Omeran rê bi derbaskirina otomobîlan nehat dayîn, lê endamekî şandê ku Ebdulcebar E'zemî bû, gefa gilîkirinê li pasewanên bazgehê xwar ku eger rêyê nedin wan biçin, li cem serok Mistefa Barzanî gilî li wan dikin, lewma wan jî rê dabûn wan ku biçin.

Wê demê ku şand gihîştin, serok Mistefa Barzanî û doktor Mehmûd û Mesûd Barzanî bi hev re bûn. Barzanî ji vê yekê hat agahdarkirin ku mêvanên wî gihîştine û navê mêvanan jî jê re hat ragihandin, Barzanî biryar da ku piştî nimêja esrê wan bibîne.

 Mêvanan Qur'anek û pirtûkek din a şer'î ji bo Mela Mistefa anîbûn, wî jî ew wergirtin û spasiya wan kir. Piştî vê yekê çayçiyê baregehê hat hundir û li Şêx Hadî Xezrecî ku li hemberî Serok Mistefa Barzanî rûniştibû, dest bi danîna çayê kir. Şêx Hadî ku bi dizî tomarkerek (tescîlek) anîbû ji bo tomarkirina dengê Mela Mistefa, derfetê ji dengê pîyalan û pêşgirtina wan ji aliyê çayçî ve qozte û tiliyek xiste ser tomarkerê, lê li şûna ku deng tomar bike, tomarker teqiya û Şêx di heman cihî de perçe perçe bû û ode tije dûman bû.

Mesûd Barzanî ku beriya teqînê bi Serok Mistefa Barzanî re bû û piştî bihîstina dengê teqînê rasterast ber bi cihê teqînê ve çû, dibêje: Pêşî min wisa zanî ku mala bavê min hatiye teqandin, paşê ji min re derket ku bavê min di wê dema ku diyar kiribû de, zûtir çûbû cem mêvanan û ji wir jî karê terorîstî çêbibû. Min wisa zanî bavê min hatiye terorkirin, paşê yek ji pasewanan ji min re ragihand ku Serok Mistefa Barzanî tenê saçmeyek lê ketiye û silamet e.

 Mesûd Barzanî bûyerên piştî karê terorîstî bi vî awayî vedigêre: Di odeya pêşwaziyê de çar ji wan ên ku hatibûn, bi saçmeyên bombeya teqiyayî hatin kuştin. Rûniştiyên aliyê rast û çepê bavê min jî birîndar bûn û kî karî bireve derve revî, Barzanî jî odeyê bicîh hişt û bang li Pêşmergeyan kir: Kesekî nekujin, lê her du şofêr piştî ku nekarîn bigihîjin otomobîla Şêvrêletê- ku ew jî, wek otomobîla din, bombekirî bû û di cihê roniyên paş de rokêt lê hatibû qeyimkirin da ku eger şofêr serkeftin û revîn wan bi her otomobîlekê ve bixin ku li pey wan be, ev her du şofêr çawa ji wan re dihat, narincokên destan diavêtin... Saet pênc û bîst û pênc deqîqe bi kuştina pilangeran re her tişt qediya.

Di vê kiryara terorîstî de, neh kes ji melayan bi her du şofêran re hatin kuştin û du Pêşmerge jî Şehîd bûn û çardeh kesên din jî birîndar bûn. Herwiha piştî ku xelkê hemû belav bûn, otomobîla Toyotayê ya ku dem jê re hatibû danîn jî teqiya, lê ti ziyanek wê nebû.

Ji bo silametiyê di Barzanî de û şabûna wan! Bi rizgarbûna jeneral Mistefa Barzanî Di hewla terorîstî de, pêşî serkirdatiya welatê Îraqê ya Partiya Be's brûskek şandin, paşê jî Serok Komar Ebdusetar Cewarî ku Wazîr bû, bi nûneratiya xwe şand cem Serok Barzanî û her du aliyan jî bêagahiya xwe ji karê terorîstî derbirîn.

Ji bo derxistina rastiyan û destnîşankirina wan ên ku di karê terorîstî de tevlîbûne, lijneyek hevbeş pêk hat, lê bêencam bû, ji ber ku li gorî wan zanyariyên ku dezgeha Parastina Şoreşê dest xistibûn, rejîmê bi xwe plan danîbû. 

Dibe ku Nazim Gezar ku wê demê berpirsiyarê dezgeha îstîxbarata Îraqê bû, rolek bandorker di cîbicîkirina planê de hebûbe, lê biryarder li serî wê bûye û ew tenê cîbicîkar bûye. Mesûd Barzanî di bergê sêyem ê beşa duyem a pirtûka Barzanî û Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurd de dibêje, Mam Celal ji min re vegot ku di wê demê de ku di sala 1983an de ji bo gotûbêjê li Bexdayê bû, Sedam mikur hatibû ku ew ji hewla terorkirina Mela Mistefa agahdar bûye û gelek jî pê nexweş bûye ku hewl serkeftî nebûye.

Çarem: Hewla terorê ya sala 1972an

 Piştî hewla bêencam a terorîstî ya dezgeha îstîxbarata Îraqê li baregeha Barzanî, ew dezgehê pend wernegirt û berdewam bû li ser karên xwe yên terorîstî, 15ê tîrmeha sala 1972an kesek bi navê Îbrahîm Gabarî ji Sûriyê tê Îraqê ku wisa tê gotin hikûmeta Sûriyê ew derxistiye, Gabarî gelek hatûçûya liqa pênc a Partî kiriye û peywendî jî bi dezgeha îstîxbarata Îraqê re çêdike û ew jî erkekî didin ser milê wî.

Nazim Gezar ku wê demê berpirsiyarê îstîxbarata Îraqê bû, Îbrahîm Gabarî radespêre, da ku xwe nêzîkî baregeha Barzanî bike û hewla terorkirina Serok Mistefa Barzanî bide, eger nekarî wî teror bike, hingê yan Îdrîs Barzanî yan Mesûd Barzanî ku kurên rêberê bizûtnewey rizgarîxwazî Kurdistan bûn, yek ji wan teror bike. Gabarî bi vê qayîl dibe û ber bi navçeyên azadkirî yên bin desthilata şoreşê tê û li wir daxwaz dike Mesûd Barzanî bibîne, ji ber ku نهێنیyek (sirrek) girîng li cem wî heye.

Mesûd Barzanî Gabarî dibîne û Gabarî wê daxwaziya dezgeha îstîxbarata Îraqê ya ku li ser wî hebûye, ji Mesûd Barzanî re dibêje, ew jî jê re radigihîne ku dev jê bernede û li ser karê xwe berdewam be, bê ka daxwaza çi din jê dikin.

Dezgeha îstîxbarata Îraqê, ji bo ku bawerî bi Gabarî bînin ku rast dike nêzîkî baregeha Barzanî ye, daxwaz jê dikin, bi her yek ji Serok Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî re wêneyan bigire, ev daxwaza Gabarî ji aliyê Mesûd Barzanî ve tê cîbicîkirin. Bi birina wêneyan bo cem Nazim Gezar, bawerî bi Gabarî tîne û çenteyek tije (T.N.T) pê dişînin navçeyên azadkirî yên bin destê şoreşê, da ku Mela Mistefa Barzanî pê teror bike û eger nehat kirin (T.N.T)ê bi yek ji her du kurên wî de biteqîne.

Çenteyê (T.N.T) radestî îstîxbarata şoreşê tê kirin û paşê nûçeya hewla bêencam a terora Barzanî di rojnameya Xebat de tê belavkirin, lê rejîma Be's, wek karên xwe yên terorîstî yên berê, înkarê li vê hewla terorîstî jî dikin û bêagahiya xwe jê radigihînin û wezareta navxwe ya wan hebûna peywendiya ti dam û dezgehek hikûmeta Îraqê bi vê hewla terorîstî re red dike.

Sedam Huseyn lijneyek ji bo şopandina rastiyan pêk anî ku pêk hatibûn ji Ebdulxaliq Samerayî nûnerê partiya Be's û Mukerem Talebanî nûnerê partiya Şuyû'î û Mihemed Mehmûd Ebdulrehman nûnerê Partî û Ezîz Şerîf û Dara Tewfîq û Îhsan Şêrzad. Lijne hat bo Nawpirdan û li belgeyan nihêrîn û çavên wan bi Îbrahîm Gabarî ket ku mikur hat bi her tiştî, herwiha navê wan efserên ku beşdarbûn di wê planê de eşkere kir, di nav wan de efser Basl E'recî. Ebdulxaliq Samerayî pirsiyarê ser û simayê wî efserî ji Îbrahîm Gabarî kir û derket ku gotina wî rast e, ji ber ku wî ew nas dikir. Samerayî soz da ku encama lijneya şopandinê bilind bike bo serî xwe, lê partiya Be's ti rêkar ji bo vê bûyerê negirt ber, heta wê demê ku Nazim Gezar di 20ê hezîrana 1973an de kudetayek pêk anî ji bo jinavbirina Serok Komar Ehmed Hesen Bekir û destbiserdagirtina desthilata Îraqê, wê demê rejîma Be's mikur hat ku hewla terorîstî ya 29ê îlonê 1971an û hewla terorîstî ya 15ê tîrmeha 1972an karê Nazim Gezar bûye bi handana destê derve.

Ji bilî van hewldanan, çend hewldanên din ên terorîstî hebûn ku bi mebesta têkdana ewlehiya bin desthilata şoreşê dihatin kirin, lê bi sedema hişyariya dezgehên ewlehiya şoreşê, tu encamek bi dest nexistin. Ya ji vê girîngtir ew e ku, tu carî û di tu barûdoxekî de serkirdatiya şoreşê bersiva hewldanên terorîstî bi hewldana terorîstî neda û her tim şoreş û bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê, eger bixwesta tola xwe hilîne, tola xwe ji wan kesan hildida ku karê terorîstî pêk anîne, ne ji jin û zarok û xelkê bêguneh, ev jî karek bû ku serok Mistefa Barzanî bi temamî baweriya wî pê hebû û her tim derdora xwe û serkirdên hêza Pêşmergeyê Kurdistanê jî han dida ku qet çalakiyekê pêk neynin ku xelkê bêguneh tê de bibe qurbanî.

Çavkanî:

1.Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd, berga yekem, Şoreşa Eylûlê 1931- 1958, çapa yekem (Hewlêr- çapxaneya Wezareta Pêşmerge- 2004).

2.Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd, berga sêyem, beşa duyem, Şoreşa Eylûlê 1961- 1975, çapa yekem (Hewlêr- çapxaneya Wezareta Pêşmerge- 2004).

3.Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.