Jînenîgarî

Husên Mihemed Çîço, sala 1925 li gundê Kanyelinc ser bi nahiyeya Gorretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, çûye Yekîtiya Sovyetê û li wir jiyana hevjîniyê ligel Zahîra Kîk Bay Bayna Zarova pêk aniye, kurek û du keçên wan hebûne bi navên Selewat Husên ku sala 1957 ji dayik bûye û Helîme Husên sala 1953 ji dayik bûye û Aîşe Husên sala 1955 ji dayik bûye. Husên Mihemed şarezayî di her du zimanên kurdî û rûsî de hebûye, di 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalên Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Herîrê hatiye windakirin.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 12ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezok û di 10ê çiriya paşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Meznê bûye, di yek ji şerên Şoreşa Duyemîn a Barzan de çavekî xwe ji dest daye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye û di şerên bereya Seqizê de beşdar bûye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Bazargirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên xwe biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de yaweriya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûyê wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgeheke li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de  Barzanî basê derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin di barûdoxa hevalên Barzanî de û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û pêşmerge bûye, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê û sala 1977an vegeriyaye Kurdistanê.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Çavpêketina kovara Metîn, Hevçeperê Barzanî yê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe digêrît, beşê duyê, kovara Metîn, liqê êkê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sêyê, Dihok, çapxana Hawar, kanûna duyê 1996z.
  3. Hemîd Gerdî, Puxteyê mêjûnameyê, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2004z).
  4. Heyder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
  5. Rêkarê Mizûrî, Jinen Rôs û ragwastin û Enfal û komelkujî, çapa yekê, (Hewlêr – çapxaneya Minare - 2010z).
  6. Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - çapxana Hacî Haşim - 2013z).
  7. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê sêyê, (Dihok - çapxana parêzgeha Dihokê - 2013z).
  8. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (Dihok - çapxana parêzgeha Dihokê - 2013z).
  9. Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên nemir Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2002z).
  10. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya wezareta rewşenbîriyê - 2001z).
  11. Ebdulla Xefûr, Ferhenga cografiyaya Hewlêr, (Hewlêr - Belawkirawên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  12. Umer Hemze Salih, Jînosaîd û tawankarên rejîma Beis dijî Barzaniyan 1975- 1991 di zimanê şayîdhal û belgeyên de, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).
  13. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  14. Di bîranînên fermandarê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyet, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  15. Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
  16. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).