Şehîd Ebdulqadir Elî naskirî bi (Kêxa Ebdulqadir Menmî), sala 1907 li gundê Kenekeweyê Şehîdan ser bi nahiya Serçinar a qezaya Dûkan a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, xwendina xwe li hucreya ayînî temam kiriye, şarezayiyeke temam di zimanê erebî de hebûye, xêzandar bûye û xwediyê du xêzan û du kur û sê keçan bûye.
Sala 1961ê tevlî Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê bûye û wek serpel serpereştiya pêşmergeyên eşîreta xwe di nav Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de kiriye. Di 11ê îlona 1961ê de Kêxa Ebdulqadir Menmî û pela wî beşdarî yekem rûbirûbûna serbazî ya wê demê ya Îraqê li Derbendê Baziyan bûne.
Di 10ê hezîrana 1963an de artêşa Îraqê bi fermandariya Zeîm Sidîq li bajarê Silêmaniyê, ji bo her gundekî hêzekê dişîne ji bo rûbirûbûna Hêzên Pêşmerge yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ji bo wêrankariya gundên derdora bajarê Silêmaniyê, Kêxa Ebdulqadir Menmî û pela wî li dergehê gundê Kenekewê rûbirûyê hêza Zeîm Sidîq disekinin, piştî çend demjimêran rûbirûbûnê, Kêxa Ebdulqadir Menmî û hevsengerekî wî bi navê Derwêş Talib bi birîndarî dikevin destê serbazên Zeîm Sidîq, ji aliyê serbazan ve bi birîndarî li dû tankê tên kişandin heta gundê Kolwanan, bi vî awayî Kêxa Ebdulqadir Menmî û Derwêş Talib tên şehîdkirin, termên wan li gundê Kolwanan avêtine, ji aliyê xelkê gundê Kanî Menmê ve termên wan tên veguhastin û li goristana Kanî Menmê bi xakê spartine.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





