Şehîd Kako Ebid di sala 1973an de li gundê Dalexya yê ser bi nahyeya Şwan a parêzgeha Kerkûkê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye.
Kako Ebid di raperîna sala 1991ê de bûye Pêşmerge di rêxistina Xalxalan a ser bi lijneya navçeya Şwan a lîqa 19 a Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Beşdarî raperîna sala 1991ê û azadkirina Bazyan, Tekye, Çemçemal û Kerkûkê bûye.
Di 19ê adara 1991ê de di navbera taxa Arîfe û Feyleq a bajarê Kerkûkê de rûbirûyê hêzeke rejîma Beis bûne û Kako û hevsengerekî wî ji malbata Şêx Celal Terexeyî Şehîd bûne û cenazeyên wan ketine destê serbazên rejîmê, Şehîd Kako Ebid yek ji wan Şehîdan e ku gora wî nediyar e.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




