Kemal Abas Hesen, sala 1955an li gundê Xelkan yê ser bi qezaya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xwendina xwe ya seretayî li Rewandiz xwendiye, bi sedema şer û nalerbariya rewşê û bordûmanên Artêşa Iraqê û êrîşên wê bo ser Şoreşa Eylûlê bavê wî neçar bûye her tim mala xwe veguhezîne navçeyên din, di nav wan de: gundên Zerwan, Bersirîn, Şêrkawa, Mawan, Nawkêlan, Paşkoze, Pirdê Zerd, Gelale û bi vê sedemê nekarîye berdewamî bide xwendinê, di Şoreşa Eylûlê bavê wî şehîd bûye, piştî nesko ya 1975an a Şoreşa Eylûlê awareyî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Sala 1981ê jiyana hevsergiriyê pêk aniye, sala 1991ê û piştî raperîna xelkê Kurdistanê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.
Xebatname:Kemal Abas Hesen, sala 1969an bi rêya mamê xwe Xidir Hesen Xelkanî, pêşmerge û hevalê jenerel Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, hatiye nava rêzên Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) û bûye pêşmerge, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê bûye, destpêka Şoreşa Gulanê (1976- 1991) bûye pêşmerge û berdewamî daye xebata xwe li Hêza Barzan, di dema pêşmergatiyê de beşdarî çendîn şeran kiriye û di nav wan de şerên Sertîz, Gorez, Gerûyê Umer Axa, Hacî Omeran, Mêrgesor, Deşta Berazgir, Kaniya Reş a Xwakurkê, sala 1974an di şerê Sertîz de birîndar bûye, sala 1983an û di boseyeke çekdarî ya dijminan de birîndar bûye û tevî birîndariyê karîye hevalên xwe biparêze û di wê boseyê de wan rizgar bike ku bi vê sedemê ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve hatiye xelatkirin, sala 1997an û di şerê Çiyayê Seqer li Sîdekan bi giranî birîndar bûye, beşdarî şerê navxweyî kiriye (1994- 1998), parastina desthilat û serweriya yasayê li gel PKK (1992- 1999), herwiha beşdarî şerê DAIŞ û Heşdî Şeibî kiriye di navbera salên (2014-2017), sala 2022an di Kongreya Çardehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Duhokê bi sedema xebat û xizmeta wî bo rizgariya Kurd û Kurdistanê û rêbaza Barzanî yê nemir ji aliyê serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





