Di havîna 1963an de şer û êrîşên Artêşa Iraqê bi serokatiya Ebdulselam Arif bi berfirehî li ser navçeyên cuda yên Kurdistanê dest pê kir. Ji îstgeha Bexdayê ve daxuyaniya redkirina gotûbêjan ligel serkirdatiya şoreşa Kurd ragihand û biryara destpêkirina şerekî xwînawî li dijî Kurdan da. Paşê dest bi êrîş û dagirkirina bajar, bajarok û gundan kirin, dûre dest bi girtin, şopandin û komkujkirina tevahiya wan navçeyan kirin ku ketin ber êrîşên leşkerî. Bi wê baweriyê ku Beasiyan wisa şîrove dikirin ku rejîma Ebdulkerîm Qasim a beriya wan bi awayekî cidî şerê Kurdan nekiribû, lê ew dikarin di demek kurt de şoreşa Kurd têk bibin. Diyar e ev yek nîşana wê rastiyê ye ku Ebdulselam Arif qet baweriya wî bi doza Kurd li Îraqê nebûye, rengvedana wê jî di gotar û axaftinên wî de derdiket ku danpêdan bi Kurd û peyva Kurdistanê nedikir.    

Beriya destpêkirina şer di 20ê gulana 1963an de fermana desthilatdariya giştî ya artêşê derket ku dorpêça aborî li ser Kurdistanê bê danîn. Ligel destpêkirina şer jî di 10ê hezîranê de tawanên gelek mezin ên dûr ji nirxên exlaqî û mirovî li gelek cihan hatin encamdan. Diyar e di wê heyamê de bajarê Silêmaniyê zêdetir ji bajarên din ên Kurdistanê ketibû bin guvaşa stemkariya Artêşa Iraqê. Ji her aliyekî ve eger êrîş li ser artêşê û karwanên leşkerî ji aliyê Pêşmerge ve bihata kirin, wan dihatin hêrs û tûreyiya xwe li ser niştecihên sivîl ên Silêmaniyê derdixistin.

Yek ji wan kiryarên tundûtûjî û dijî mirovahiyê bûyera bajarê Silêmaniyê bû bi fermana Zeîm Sidîq Mistefa, fermandeyê lîwaya bîstan ku wekî hovtirîn lîwa di dîroka Îraqê de dihat naskirin û destê wî bi xwîna bi hezaran ciwanên vî welatî sor bûbû. Bajarê Silêmaniyê jî pêtikekê pêketî bû li hember dijminên xwe. Di wê hemleya komkujiyê de pênc hezar welatiyên sivîl ên bajêr hatin girtin û 86 kes ji wan hilbijartin û bi saxî bin ax kirin. Take tawana wan ew bû ku Beasiyan wêneyekî Mistefa Barzanî rêberê şoreşa Kurd anîbûn nav koma xelkê girtî û ferman dabûn wan ku sivikatiyê û bêrêziyê pê bikin. Ew jî bi ti awayî amade nebûn wê karî qebûl bikin. Diyar e yekî di nav xelkê girtî de bersiva wan dabû û ji wan re gotibû eger hûn amade ne bêrêziyê li hember serokkomarê xwe bikin, wê demê em ê guhdariya we bikin. Lewma Beasiyan dest ji wan berneda û komkuj kirin.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.