Di 11ê kanûna pêşîn a 2010an de di bin dirûşma (Nûbûn, dadperwerî, pêkve jiyan) li bajarê Hewlêrê û li parka Şehîd Samî Ebdulrehman bi amadebûna 350 kesayetiyan di nav wan de Celal Talebanî serokkomarê Îraqa federal, dest bi karên xwe kir. Serok Mesûd Barzanî mîdalya Barzanî yê nemir da Guwîn Robêrt rojnamevanê dostê Kurd, ji bo birêvebirina karên kongreyê heşt lijne hatin pêkanîn, ku pêk dihatin ji lijneya bernameyê, lijneya peyrewê, lijneya rêkxistina giştî, lijneya darayî, lijneya giliyan, lijneya ragihandinê, lijneya Pêşmerge û lijneya rêkxistiyên pîşeyî û cemaweriyan, di kongreyê de mercê rêjeya 10% ji bo endametiya jinan di Encûmena Serkirdayetiya Partiyê de hate danîn, ev yek jî di derwazeya sêyem a beşa bîst û duyem di madeya 217ê ya bernameyê û di madeya 17ê ya birgeya duyem a xala duyem a peyrewê navxweyî de hatiye çespandin, herwiha di dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji bo yekemîn car kota ya jinan, di Kongreya Sêzdahêm de hate cîbicîkirin, pêwîst e amaje bi wê jî bê kirin ku di kongreyên pêncem, heştem, yazdehem û dozdehem de tenê yek jin wek endama komîteya navendî hatiye hilbijartin.
Rêkxistin-peykerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi piştrastbûn bi peyrewê navxweyî yê Kongreya Sêzdahêm, pêk dihat ji:
Binke, lijneya rêkxistinê, lijneya navçeyê, lijneya lqê, Encûmena Serkirdayetiya parêzgehê, Encûmena Serkirdayetiyê, Mekteba Siyasî, sekreterê Mekteba Siyasî, cîgirê serok û serok, herwiha desteya çavdêrî û peydakirinê, ji aliyê Encûmena Serkirdayetiyê ve hatin destnîşankirin û ji aliyê serok ve hatin pesendkirin.
Di vê kongreyê de du zaravayên nû ketin nav rêkxistin-peykerê Partiyê, ew jî yekem binke ye, ku berê wek şane û şaneya sereke hatiye, yan tevlîheviya herduyan e û duyem jî Encûmenên Serkirdayetiyan bû ku li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan hatin danîn û sînorê çalakiyê yê parêzgehên Kerkûk, Diyale û beşek ji Silêmaniyê dihewand, Dihok û Mûsil ji ber hin sedemên nediyar dîsa bi şêweyê kevn birêve diçûn, herçend Dihok di nav qewareya Herêma Kurdistanê de bû, parêzgeha Bexdayê jî derveyî vê sîstemê bû û parzemîna Ewropa û Amerîkayê ku xwedî du lqan bûn dîsa wek berê man.
Serncrakêştirîn dezgeha Partiyê piştî vê kongreyê, Encûmena Şarezayan bû, ku ji aliyê Encûmena Serkirdayetiyê ve tên destnîşankirin û li gorî madeya 15ê ya peyrewê navxweyî çespabû, lewra ji ber girîngiya erkên wê, ev made ji çar birgeyan û çendîn xalan pêk tê, wekî ku di berê de jî hatiye, hevsengê vê encûmenê di sala 1993an de di Kongreya Yazdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, di bin navê (Encûmena Rawêjkaran) di peyrewê navxweyî de hatiye tomarkirin.
Damûdezgehên danpêner û fermî yên Partiyê:
- Mekteba Rêkxistinê
- Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê
- Mekteba Pêwendiyan
- Desteya Rêkxistiyên Cemawerî û Pîşeyî
- Dezgeha Hilbijartinê
- Mekteba Kargêrî û Darayî
Di kongreyê de serok Mesûd Barzanî bi yekdengiya nûnerên kongreyê wek serok hate hilbijartin û Nêçîrvan Barzanî wek cîgirê serok hate hilbijartin, paşê endamên Encûmena Serkirdayetiyê bi vî şêweyî hatin hilbijartin:
- Mesrûr Barzanî
- Sîdad Barzanî
- Kerîm Şingalî
- Yûsif Barzanî
- Roj Nûrî Şawês
- Hoşyar Zêbarî
- Fazil Mîranî
- Nezhet Halî Mihemed
- Newzad Hadî Mewlûd
- Beyan Samî Ebdulrehman
- Qadir Qeçax
- Doktor Kemal Kerkûkî
- Selah Delo
- Azad Berwarî
- Aras Hiso Mîrxan
- Sîrwan Barzanî
- Serbest Lezgîn Ebdulrehman
- Elî Hisên Ehmed
- Kakamîn Nejar
- Nûrî Heme Elî
- Doktor Çinar Se'ed Ebdullah
- Piştîwan Sadiq Ebdullah
- Hêmin Hewramî
- Ebdulxaliq Ebdulselam Babîrî
- Remzî Şe'ban
- Fereydûn Ciwanroyî
- Ze'îm Elî
- Diyarî Husên Osman Hemereza
- Rêbwar Yelda Terxan
- Dilşad Şehab Hacî Mihemed
- Ce'fer Îbrahîm Hacî, nasraw bi Ce'fer Êmînkî
- Arif Teyfûr
- Yûnis Mihemed Selîm Rojbeyanî
- Serbest Umer Hesen, naskirî bi Serbest Tirwanşî
- Sasan Ewnî
- Edhem Osman Şêx Ehmed, naskirî bi Edhem Barzanî
- Mehmûd Haşim Elyas, naskirî Mehmûd Êzdî
- Elî Ewnî
- Mehmûd Mihemed
- Xesrew Ebdulla Îsmaîl, naskirî bi Xesrew Goran
- Ebdulmuheymen Barzanî
- Mihemed Mehmûd Ebdulla, naskirî bi Mihemed Herkî
- Doktor Elî Teter Nêrweyî
- Ehmed Edhem Ebdulcebar, naskirî bi Ehmed Kanî
- Îzedîn Berwarî
- Sefîn Dizeyî
- Nejat Elî
- Şîrîn Amêdî
- Evîn Tahir Îbrahîm, naskirî bi Evîn Herûrî
- Nazenîn Mihemed Wes o
Endamên yedek ên Encûmena Serkirdayetiyê:
- Umer Osman Mêrgesorî
- Ebdulla Elî
- Ako Çawşîn
- Bilind Îsmaîl
- Qadir Qadir
- Ekber Heyder
- Serbest Babîrî
- Doktor Hemîd Derbendî
- Doktor Viyan Sebrî
Roja înê 17ê kanûna pêşîn a 2010an peyama dawî ya kongreyê, ji aliyê doktor Pîrot Ehmed serokê lijneya serokatiya birêvebirina kongreya sêzdehemîn ve hat xwendin, piştî civîna Encûmena Serkirdayetiyê, endamên Mekteba Siyasî, ji van hevalên li jêr hatin hilbijartin:
- Mesrûr Barzanî
- Fazil Mîranî
- Doktor Roj Nûrî Şawês
- Hoşyar Zêbarî
- Azad Berwarî
- Doktor Kemal Kerkûkî
- Kerîm Şingalî
- Zehîm Elî
- Mehmûd Mihemed
- Fereydûn Ciwanroyî
- Selah Delo
- Rêbwar Yelda
- Cefer Îmînkî
- Kakemîn Nejar
- Îzedîn Berwarî
- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewê navxweyî), Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berga duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Roxana- 2021).
- Kongreya 13an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê dest bi karên xwe kir, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3645, Hewlêr, yekşem, 12ê kanûna pêşîn a 2010an.
- Di duyem roja kongreya 13an de hejmarek lijne hatin pêkanîn, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3646, Hewlêr, duşem, 13ê kanûna pêşîn a 2010an.
- Partiya Dêmokrata Kurdistanê, program û peyrewê navxweyî yê kongreya sêzdehemîn, (bê cih - bê sal).
- Serok Barzanî bi tîkray dengên endamên kongreya 13an wek serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3648, Hewlêr, çarşem, 15ê kanûna pêşîn a 2010an.
- Nêçîrvan Barzanî bi tîkray deng hat hilbijartin wek cîgirê serokê partiyê, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3648, Hewlêr, çarşem, 15ê kanûna pêşîn a 2010an.
- Şeban Elî Şeban, hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013an).
- Endamên nû yên encûmena serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Rojnameya Xebat, hejmar 3652, Hewlêr, duşem, 20ê kanûna pêşîn a 2010an.
- Paytext... Kongreya 13an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê dawî bi karên xwe anî, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3651, Hewlêr, yekşem, 19ê kanûna pêşîn a 2010an m.





