Yasanas û siyasetmedar Kakemîn Mistefa Emîn, nasraw bi Kakemîn Nejar, sala 1979an peywendî bi rêzên Partî û sala 1983an peywendî bi rêzên hêza Pêşmergeyê Kurdistanê kirine, sala 2010an li Kongreya Sêzdehem da bi endamê encumena serkirdayetiyê û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da bi endamê mekatebê siyasî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Helgirê mîdalyaya Barzanî ye.
JînenîgarîKakemîn Nejar sala 1966an li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, sala 2004an bakaloryosê li beşa yasa li Zanîngeha Selahedîn-Hewlêr wergirtiye. Şarezayê zimanên kurdî, erebî û farisî ye.
XebatnameKakemîn Nejar sala 1979an peywendî bi rêzên Partî û sala 1983an peywendî bi rêzên hêza Pêşmergeyê Kurdistanê kirine, sala 1987an berpirsê lijneya navçeya Rewandizê ser bi lijneya lîqa du bûye, sala 1988an li dûyî proseya Enfalê wek penaber rûyê xwe li welatê Îranê kiriye.
Sala 1991ê wek fermandeyek di raperîna Başûrê Kurdistanê da beşdarî di azadkirina bajarê Hewlêr û Kerkûkê da kiriye, sala 1992an berpirsê bereya Kurdistanî li bajarokê Soran û cîgirê serokê erkanê artêşa hevbeş a Kurdistanê bûye, sala 1994an bûye fermandeyê artêşa du ya ser bi hêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 2010an li Kongreya Sêzdehem da bi endamê encumena serkirdayetiyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da bi endamê mekatebê siyasî hatiye hilbijartin.
Sala 2010an ji ber çalakî li Şoreşa Gulanê û qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê, ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve mîdalyaya Barzanî nemir pê hatiye bexşîn.
Çavkanî:Arşîvî desteyê Ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





